Bi baldar bin û bi polemikên Romiyan xwe piparêzin. Gava em bêjin di afaxtina we û Romiyan de mijar hat deverekî û polemîkek vebû, ji bo Xwedê hema her tiştên xwe li wê derê biterkînin, bihêlin û birevin... Teqez û teqez nekevin kêmasiyê û dilxwaz nebin, tu car "mirovekî normal" nikare bi Romiyan bi polemîkê ve gulaş bike û bi serkeve. Ji ber ku kes nikare qasî Romiyan peyv bişuxulîne û bi peyvan bileyîze. Hêza însan têrê nake û kêr nayê... Bi derew, bi tewişandin, bi şewişandin û şaşomaşo kirinê ve kesek nikare destê wan bigire û hêza nêrînên xwe nîşan bide. 
Hele ji wan yek 'Altan'ek heye, Xwedê biparêze... Lê ne tenê Altan; gelek in... Bi hezaran tên, wekî ku bi vêdirokê hilduşin, dibarin... Tu li şiwaqê derdikevî, li banê tên xwarê û pêşiyê te digirin, tu direvî, ew te bernadin, tu dikevî hundir ew li pey te ne. Li televizyonan, li rojnameyan, li hikumetan, li aqademiyan, li lêkolîngehan, li ser dikê, li kolan û kuçeyan in, tên dikevin stuyê te... Û ziman dirêj in, devê wan her tim tijî, û bê pîvan in, derexlak, bê rêzik, bê rê û rêbaz in. Hema çi tê devê wan qise dikin û pevdiçin...
Wekî lîstikvanan bi pewvan dileyîzin, soz xira dikin, gotinan dişkênînin, peyv dihecînin, dikşînin, dirêj dikin, kin dikin, xwar dikin û gorî berjewandiyên xwe şiklên ecêp didin hevokan. Tu lê dinêrî û mat dimînî; xwe bi xwe dipirsî, gelo mijar çi bû, niqaş li ser çi bû, pivanên niqaşê çi bû, em bi çi exlaqî diaxiviyan û niha ber bi kîjan encamê ve diçin, nizanî, ji ber ku ne diyar e... Di nav kisedanan de qible wenda dibe, gotin bê kêr dimîne, zanîna te dibe rebenê Xwedê, mijoyê te tevlihev, gotin û qise li hewa difirin, banz didin, deng didin, deng û hiş bi hev dikevin, şer dikin, di nav vê şerê de qerebalixeke gotinên bê wate peyda dibe û eger tu hêdî hêdî xwe paş ve nekşînî, teqez tu yê aqilê xwe wenda bikî... Gere tu wan xwe bi xwe bihêlî, dev jê berdî, dûr bikevî û dûr ve lê binêrî, heya ku agirê dilê xwe  vemirînin...
Niha van rojên dawî, xwe bi xwe nîqaşek peyda kirine û dixwazin hin zanyar, sîyasetmedar û rewşenbirên Kurd jî bikşînin têxin nava vê nîqaş a gentî yê. Wekî ku em ne li vî welatê dijîn, xwe bi xwe hin gotinan peyda kirine; gorî van gotinan, "dawî ya dawî dema aşitiyê destpê kirî bû. Bi gotina Leyla Zana û hevpeyvîn a Murat Karayilan em ketibûn di nava pêvajo ya aşitî yê. Gav bi gav aşitî yê wê pêk bihata. Lê di nav Kurdan de nakokî gelek in, kesek tiştek dibêje, kesên din wê/î nabihîze û derewîn derdixine, soz û biryara kesekî ji kesekî re nabe, di nav civat, tevger, partî û biryargeha Kurdan de yekitî tune. Heke şerê dawî ya Daglica pêk nehata, wê şer bi kokê xelas bibuya, wê demê Ocalan jî ji girtigehê derketiba, bi riya nexşê ve êdî şer ji rojevê derketiba."
Va çend roj e her ku derdikevin televizyonan, gotin û qisedana wan der û dorê dubare kirinê van tiştan dizivire. Lê kesekî bi aqil jî dernakeve û nabêje ku; ji Xwedê bitirsin, gelo ew aşitiyeke çawa bû ku haya Kurdan jê tune bû? Gelo protokol a Oslo yê hate qebûl kirin, hate îmze kirin, gav bi gav rojimêr a xebata aşitiyê hate eşkere kirin, lê tevgera Kurd  jê nehesiya? Hûn qala aşitiyeke çawa dikin? Wekî ku qet tiştek ji holê tune bû û Erdogan derketibû û ji bo Roboskiyê gotibû: "Heke lêborîn dixwazin lêborîn, êdî çi dibêjin?" Gelo hûn bi xapandineke wisa ve dixwazin gelê Kurd bixapînin? 
Kurd ji bo çi derketine serê çiya ji bo Xwedê? Qey hûn dibêjin Kurd jiyan nizanin, aşitî nizanin, Kurd siyaset nizanin, felsefe nizanin, qey Kurd bê mantiq in? Gelo Kurd, ji bo ku rêberê xwe Ocalan ji girtîgehê derxin, derketine çiya?  Ketina Ocalan ya girtigehê, encamek e. Encamê şerê azadiyê ye. Kurd ji bo azadiyê têdikoşin. Ji bo jiyaneke bi rumet, ji bo jiyaneke wek însan, ji bo jiyaneke azad, rizgar, jiyaneke biratiyê, jiyaneke wekheviyê, ji bo jiyaneke demokratîk û jiyaneke raste rast, jiyaneke derxapandinê, jiyaneke adil, ji bo wê Ocalan di girtigehê de ye. Şer ji bo wî ye. Ji ber ku rejima Tirk ji Kurdan re jiyaneke wisa heq nedît. Ziman qedexe kir, gotin qedexe kir, kê azadî xwest avêt girtîgehan, kê azadî xwes gundê wan şewitand, kê got "jiyaneke bi rumet" wiya kuşt, niha jî wek zanin emê Kurd wek bêrumet bînin rêzê... Wele ez wek çavdêrek dikarim bêjim Kurd jiyaneke bêrumet tucar qebûl nakin... Nayên xapandinê... Di serî de Ocalan, hemû xebatkar û siyasetmedarên azadixwaz ya Kurd, Karayilan jî, Zana jî, partî, sazî, mebûs, li girtîgehan, li kolan û bajaran, li çiya bigirin heyanî dervayî welat, kesek jî nayên xapandinê. Ji ber ku heya niha jiyana wan di nav ceribandinên bi êş hatiye jiyandin, her çiqas em bêjin di aliyê polemîkê de zimanên wan qasî Romiyan qewîn nebin jî, hemû zana û zanyar in, hemû bi tecrube û bi îrade ne, gotinên xwe zanin û daxwazên xwe zanin, ji bo armanca xwe ked dane û hê jî didin, êş kişandine û hê jî dikşînin, hatine kuştin û hê jî tên kuştin, hê jî ber kuştinê ne, xapandina wan, bi polemîkê xwarkirina wa tu karê kesekî jî nîne.
Şer şer e, heke hûn hewesa xwe ya xapandinê bernedin û dest bi axaftinên samîmî nekin, barê gunê vê şerê li stuyê we ye.