Komîteya ku meha tebaxê ji bo lêpirsîna derbarê bûyerên Sûriyeyê ya ji aliyê Civata Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hatiye damezrandin diyar kir ku Sûriye ji bûyerên li dijî mirovahiyê tên kirin berpirse û vî sûcî jî bi destê hêzên Sûriyeyê dike.
Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî di rapora xwe ya derbarê Sûriyeyê de diyar kir ku kuştinên bi kom, girtinên bê pirs û bersiv, windakirina bi zorê, îşkencekirin, şiddeta cinsî û îşkencekirina zarokan sûcên dijî mirovahiyê ne.
Di raporê de şiddet û bûyerên ku 8 mehin li Sûriyeyê tên kirin hatine şîrovekirin. Komîteyê daxwaz ji Sûriyeyê kir ku bûyeran rawestîne û berpirsê wan kiryaran jî bide dadgehê.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd el-Mûelim li Şamê civînek rojnamegeriyê li darxist û tê de behsa pêşveçûnên dawî yên derbarê Sûriyeyê de kir. Mûelîm derbarê cezayên aborî yên Welatên Ereb de got: „Em naxwazin Dewletên Kendavê ji berxên Sûriyeyê mehrûm bikin, lê em çi bikin berjewendiya gelê Sûriyeyê pêştir e.“
Ji Tirkiyeyê ambargoyên nû
Wezîrê Karên Derve yê tirk Ahmet Davutoglu hin danekirinên nû yên li hemberî Sûriyeyê aşkere kir. Di nava danekirinan de cemidandina sermayeya li Tirkiyeyê û rawestandina firotina çekan jî hene.
Davutoglu beriya biçe Cîddeyê û beşdarî civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamê bibe civîneke çapemeniyê li dar xist. Davutoglu diyar kir ku danekirinên li hemberî Sûriyeyê yên di asta herêm û navneteweyî de bûne neçarî û hin biryarên hikûmeta AKP’ê der barê Sûriyeyê de dane wiha ne:
1- Ragirtina mekanîzmaya Hevkariya Stratejiya Asta Bilind
2- Qedexekirina geştê ya li hemberî hin kesên ku tê gotin ku tundî li hemberî gel kirine û cemidandina sermayeya wan a li Tirkiyeyê.
3- Rawestandina firotina çekan.
4-Pêşîlêgirtina veguhestina çekan a ji welatên din li ser Tirkiyeyê re bo Sûriyeyê têne şandin. 5- Rawestandina têkiliyên ligel Bankaya Navnedî.
6- Rawestandina têkiliyên ligel bankaya bazirganiyê ya Sûriyeyê.
7- Rawestandina têkiliyên ligel Eximban.
8- Cemidandina sermayeya dewleta Sûriyeyê ya li Tirkiyeyê.
ŞAM/ENQERE