Hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Welatên herêmê jî sînorên xwe digirin. Li Çînê di nava 24 saetên dawî de 150 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Li Îranê hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan zêde bû. Doh jî 4 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan bû 12 kes. Hate ragihandin ku li gelemperiya Îranê 47 kes bi vîrûsê ketine.

Piştî ku vîrûs li Îranê der bû, welatên cîran jî ketin nava liv û tevgerê. Iraq, ji bo vîrûs derbasî welatê wan nebe di 20’ê Sibatê de ji bo 3 rojan deriyên xwe yên sînor li Îranê girt.

Yên ji Îranê vedigerin Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikevin karantînayê.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikumeta Herêmê Saman Berzencî anî ziman ku 911 kesên beriya 3 rojan ji Îranê vegeriyan di karantînayê de ne.

Berpirsyarê Çapemeniyê yê Deriyê Sînor ê Başmakê yê li Silêmaniyeyê Haci Alî ragihand, di çarçoveya fermanên Wezareta Karên Hundir û Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê de kesên ji Îranê vedigerin di kontrola timî de tên derbaskirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN