SAFIYE ALAGAŞ / JINNEWS / STENBOL

 

Hunermend Arzum Onan pêşangeha xwe ya duyem a peykeran bi navê ‘jin’ di 3’ê Cotmehê de li xelkê vekir. Arzum Onan a ku xeyalên xwe bi sînor nekirin, têkoşîna jinan a li dijî zor û zehmetiyan, bi peykerên xwe vedibêje.

Hunermend Arzum Onan pêşangeha xwe ya peykaran a bi navê ‘Jin’ê, 3’ê Cotmehê li Navenda Çand û Huner a Tophane-î Amîre ya Zanîngeha Mîmar Sînan li xelkê vekir. Peykerên bi bronz, text, mermer, metal û camê hatine çêkirin, hestên jinan bi zimanekî fîguratîf îfade dikin. Di pêşangeha nû ya Arzum Onanê de 20 peyker hene. Di pêşangehê de peykerekî Dayikên Aştiyê heye û wê pêşangeh heta 14’ê cotmehê dewam bike.

   

Hinek peykerên Arzumê bi navê ‘hestyarî’,  ‘balerîn’, ‘parçebûn’, ‘zarokên bûk’, ‘ragmen’, ‘li dû deriyan’, ‘Dayikên Şemiyê, ‘Dayik’ û ‘Yekbuyîn’ e. 

 

Zimanekî fîguratîf bi bedena jinê 

Arzum Onanê di hemû peykaran de aliyê estetîk yê bedena jinê di nav fîguran de nîşan dide û cihana xeyalên xwe bi sînor nake û bedena jinê bi cesaret bi peykeran îfade dike. Di pêşangehê de ya herî zêde balê dikişîne ser xwe jî peykerê ‘Dayikên Şemiyê’ ye. 

Arzum Onan ku jin kiriye navenda pêşangeha xwe, diyar dike ku di her warê jiyanê de zêdetir hewcedarî heye bi dengê jinan.