Sêyemîn Pêşengeha Rojava ya Hunerê Şêwekariyê ku li bajarê Qamişloyê hate organîzekirin, bi belavkirina xelatan bi dawî bû.
Sêyemîn Pêşengeha Rojava ya Hunerê Şêwekariyê bi dirûşemeya “Hunerê gelan dengê berxwedana Efrînê ye” 18’ê Gulanê ji aliyê Desteya Çand û Huner a Kantona Cizîrê ve hate vekirin.
Di pêşengehê de 125 tabloyên 47 şêwekarên ji herêmên Cizîr, Firat û Minbicê hatin daliqandin.
Di roja sêyemîn a pêşengehê de ango roja dawî de, bi dehan rewşenbîr, hunermendên şêwazkariyê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê amade bûn.
Çalakiyên roja dawî bi belavakirina xelatan li şêwekarên beşdarî pêşengehê bûbûn, ji aliyê Desteya Çandê ya kantona Cizîrê ve bi dawî bû.
ANHA/QAMIŞLO