Şêwekara ji Kobanê Arya Atti niha li bajarê Elmanyayê Kasselê dimîne. Arya li Akademiya Hunerên Bedew a Kasselê jî dersan digire. Wê heta îro 10 pêşangeh vekirine. Pêşangeha pêşî wê li Lubnanê vekir. Piştre li Tirkiye, Spanya û Elamanyayê jî pêşangeh vekirin. Ew xwe weke jineke Kurd a ji rojhilatê dinyayê û penaber bi nav dike.
Ew dibêje ji bo wê paşxane resmên wê gelekî girîng e. Di hunera wê de tîhna surrealîzmê xwe di cih de dide hiskirin. Ew pirrengan bi kar tîne û vê jî bi xetên kaotîk dike. Pirraniya resmên vê şêwekara ciwan jî li ser jinan in. Ev jin jî ne pasîf in. Arya Atti di ser malpera xwe ya înternetê hunerê xwe bi pêşangehên cihê dide nasîn û her weha vîdeoyên çêkirina berhemên xwe jî parve dike:
https://aryaatti.com/
SERVÎSA ÇANDÊ