BIRYAR MIHEMED / ROJNEWS/HEWLÊR
Azad Reşîd Hewêz li binya Keleha Hewlêrê resmê Hewlêriyan xêz dike û dibêje, “Pêwîst e cihan bizane Kurd jî girîngiyê didin şêwekariyê.”Li bin dîwarê Keleha Hewlêrê runîştiye, di destekê wî de pênûsa zirîç û di destê din de telefon heye. Li aliyekî wêneyên kesên ku daxwaza çêkirina resmên xwe dikin dikişîne, li aliyê din jî wan wêneyan li ser kaxezê xêz dike.
Azad Reşîd Hewêz ê 41 salî ku bi navê Azadê Şêwekar tê naskirin, ji bajarê Hewlêrêye. Sala 1984’an dest bi girtina wêneyan kiriye, piştî du salan jî li kolanan dest bi şêwekarî, her wiha lêxistina tembûrê û stranbêjiyê kiriye. Ji wê demê ve kar ji bo Azad bûye pîşeyek û debara xwe û malbata xwe pê dike.
Dem nebe telefonên destan hene
Azad her roj, li binya Keleha Hewlêrê rûdine û dest bi xêzkirina resman dike. Rojane di navbera 8 û 10’an de resman xêz dike û pêşkêşî ecibandina welatiyên di wir re debas dibin, dike.
Hunerê Azad ji aliyê welatiyan ve jî hatiye ecibandin û elaqeyeke baş tê nîşandan. Piştî demekê welatiyan ji Azad xwestiye ku resmê wan jî xêz bike. Lê dema welatiyan nîne ku heta dawiya xêzkirina wêneyan bisekinin, lewma Azad bi telefona xwe wêneyên wan digire û piştre wan wêneyan li ser tabloyan xêz dike.
Da ku dinya pê bizane
Azadê Şêwekar, ji bilî wênesaziyê dema êvaran ber bi malê ve dîçe bi saza xwe hunerê xwe yê mûzîkê jî pêşkêşî welatiyan dike.
Tenê daxwazeke Azad heye, ew jî di dema pêş de bibe şêwekarekî binav û deng. Azad dibêje, “Pêwîst e cihan bizane Kurd jî girîngiyê didin şêwekariyê. Her wiha, ew kesên ji bo geştyariyê tên Herêma Kurdistanê bila bizanin ku şêwekariyeke bi nav û deng yê Kurdan heye û ew ê bibe xwedî ezmûneke herî baş.”