Pêşangeha wêneyên hunermendê Kurd ê ji Hewramanê, Başîr Naserî li Cafe Chalak Eventsê wê heta 19´ê Tîrmehê vekirî be. Naserî navê “Xeyaleke Xerîb” li hunerê xwe dike.
Hunermendê kurd ê Kermanşanî, Bashîr Naserî ji bo vekirina pêşangeha xwe ya wêneyan li Stenbolê ye. Pêşangeha ku ji wêneyên Naserî pêk tên 19´ê Hezîranê li Taksîmê li cafeya Chalak Eventsê bi bernameyekê dest pê kir. Bashîr Naserî ji bilî wêneyan bi çêkirina peyker û grafîkan re jî mijûl dibe. Bashîr Naserî ev du sal in ku li Amedê dijî û li vir xebatên xwe yên hunerî dewam dike.
Di nûçeya di Bianetê de ku Murat Bayram amade kiriye em fêr dibin ku Naserî li Zanîngeha Tehranê, li Fakûlteya Wênesaziyê perwerde bûye û sala 2004´an zanîngeh qedandiye.
Bernameyeke hunerî
Nêzîkî 20 salan e ku hem li Îranê û hem jî li Rojhilatê Kurdistanê di gelek muze û galeriyan de pêşangehên wî çêbûne. Heta niha li Rojhilata Kurdistanê sala 2006´an peykerê mûzîkjenê Kurd ê bi navê Ghala Mara, sala 2007´an yê helbestkarê Kurd Abdurrahîm Mewlewî, 2008´an yê helbestkarekî din ê Kurd Mîrza Abdulkadîr û sala 2014´an jî ji silîkonê peykerê Pîremêrdî çêkiriye.
Di çarçoveya bernameya pêşangehê de pêr bi şev her weha muzîkjen Sarah E Atkinsonê bi çelloyê, Alaa Alkatebî bi ûdê û Mervan Aktumurî jî bi viyolîna xwe konser dan.
Pêşangeh wê heta 19´ê Tîrmehê li Cafe Chalak Eventsê li serdana xelkê vekirîbe.
Dema ku behsa xwe dike Nasaerî dibîje, ew ji Hewraman e û wiha dewam dike: “Demeke zêde ye li ser karê neqqaşiyê dişuxulim. Malbata min malbatake hunermend e. Bavê min resam e. Min karê akademîk sala 2001´ê dest pê kir û heta niha jî dewam dikim. Li ser resm û wêne, û heykel bi pirranî. Ev nêzî 2 salan e li Amedê dijîm. Li Amedê li beşê anîmasyonê yê Zarok TV dişuxilîm. Du salan ez li wê bûm û piştre ji wir derketim da ku karê resmê bikim.”
“Berhemên min bi giştî ez im”
Ji bo navê hunerê xwe jî Naserî got, “Ez nizanim belkî bibêjim, “xeyalî xerîbî min“, ango xeyaleke xerîb ketiye dinyayî îro. Xeyaleke xerîb ku li jiyaneke mentiqî û li jiyaneke realîst a îro de dijîm.
Berhemên min bi giştî ez im. Dema ku ji diya xwe bûm ta niha ku welatekî din dijîm, ew jî welatê min e, parçeyekî din ê min e, ew jiyana min e. Û nikarim bibêjim çawa dest pê kiriye, çi bûye ku kiriye ew bibe berhem.”
NAVENDA NÛÇEYAN