BASIL REŞÎD / XANDÎ ELO
ANHA / ŞEHBA
Ciwanê bi navê Mihemed, ji ber hezkirina xwe ya şêwekariyê, piştî gelek hewldanan li ser kartolan, karî rûyê mirovekî xêz bike. Piştî ku bi hewldanên xwe fêrî hunerê şêwekariyê bû, peykereke xwedawend Îştar neqişand.
Mihemed Elî ji gundê Mîrkan ê girêdayî navçeya Mabata ye û 17 salî ye. Ew tevî bav, dê û 2 xwişkên xwe piştî dagirkeriya deweta Tirk, niha li Kampa Berxwedanê dimîne.
Mihemed beriya bi 3 mehan dest bi hewldanên şêwekariyê dike. Pêşî hewl dide li ser kartolê rûyî mirovan bineqişîne. Piştî gelek hewldanan di dawiyê de dikare vê bi ser bixe.
Mihemed diyar kir ku hunerê şêwakariyê ji wênesazekî bi navê Ebo Corc fêr bûye. Mihemed nêzî mehekê hunerê şêwekariyê fêr bûye. Destpêkê bi madeya çimento rûyan çêdike, yên weke serê Feron.
Piştre Mihemed, mohleta mehekê, peykerê xwedawend Îştar neqiş kir. Lê karê Mihemed ji ber nebûna çimentoyê neçû serî.
Ji ber dijwarbûna peydabûna pêdivî û alavên şêwekariyê, Mihemed neçar dimîne ku kêrê bi kar bîne.
Tevî xebatên wî, Mihemed li Desteya Çand û Hunerê di beşa şanoyê de jî cihê xwe digire û her wiha fêrî lêdana bisqê jî dibe. Mihemed Elî bi van hewldanên xwe huner û şarezahiya xwe bi pêş dixe.