
Dewleta Tirk gava şer dide destpêkirin ji her alî ve dixwaze dilê Kurdan biêşîne. Dikujin, bi kuştinê re namînin, bi cenazeyan dilîzin, ew cenazeyan carna bi roja radestî malbatan nakin. Her rê û rêbaz ji bo tol hilandinê bi kar tînin. Yek ji wan rêbazan jî şewetandina daristanan û texrîb kirina xwezayê ye. Ew du hefte ne, daristanên Cûdî, Licê, Ferqîn û Pasûrê bi zanebûn tên şewitandin. Ji bo temirandinê jî ji bilî şêniyên wan deran kes ji cihên xwe nalive.
Qanûnan pêk nayînin
Dewleta Tirk tolhilandina xwe ya ji xwezayê ji serhildanên Şex Saîd heta niha her didomîne. Valakirina gundan, bikaranîna çekên kimyewî, çêkirina bendavên ewlekariyê, avêtina bombeyên hewayî û hwd. Şewitandina daristanan li gor qanûnên xwe jî “sûc” e. Di Makezagon a Tirkiyê de xala 169’an wiha ye: “Şewitandina daristanan, sûcên ku bi armanca tûnekirin û an jî kêmkirina daristanan hatine kirin, efûya giştî an jî taybet ji bo wan ne derbasdar e.” Lê heta niha dewlet li ser ew xalê ti doz venekiriye û ti kes jî nehatiye darizandin. Giliyên hatine kirin jî bi sedema “têkoşîna bi terorê” hatiye red kirin. Di operasyonên leşkeran de wek “zayiat” jî nehatiye binavkirin ew şewitandina daristanan. Ji xwe di fermiyetê de belkî ji sedî deh jî ji wan şewatan nayê xuyakirin. Dewlet li gel şewitandina daristanên Kurdistanê de “kor” bûye. Li pêşberî “Ev çiyayên rûspî” de xwe rûreş kiriye.
Ji ax, dar û lawiran jî nefret dikin
Feraset û nêzikahiya dewleta Tirk tê fahmkirin lê hawirdorparêz û ekolojîstên li Tirkiyeyê jî li hemberî şewetandina daristanên Kurdistanê de bê helwest an jî pir bêhnfihre tevdigerin. Mînak partiyeke Tirkiyê bi navê “Partiya Keskan û Pêşeroja Çep” piştî deh rojan daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de nehatiye eşkere kirin jî kê ew agir berdaye.
Gel bi derfetên xwe ew agir temirand. Di hinek deverên Licê de hê jî şewat didome. Dewlet di warê hiqûkî de pêşiya saziyên berpirsyar ên ku di temirandina şewata daristanan de, bi hinceta ew der; “herêmên operasyonê ye û ewlêkariyê ye” digire, û nahêle sazî jî karên xwe bikin. Nefrata dewleta Tirk ne tenê li hemberî Kurd û Kurdî ye di heman demî de ji ax, dar, lawirên Kurdistanê jî nefret dikin. Tevkujî ne bi tenê siyasî û fizîkî dimeşîne. Dewlet li ba xwe wiha difikire “Di demeke ku ewqas însan tê kuştin de kes xema xweza û daran naxwin.”
Dixwazin gel xemgîn bikin
Du saziyên ekolojîk ên Kurdistanî di derbarê agir pê xistina daristanan û armanca dewleta Tirk de nêrînên xwe bi me re parve kirin. Ji wan saziyan Komelaya Ekolojî û Çanda Cûdiyê li Silopî ye û a din jî Tevgera Ekolojî a Mezopotamya li Amedê. Her du sazî jî li gor derfetên xwe xwestin agirê bitemirînin.
Serokê Komeleya Ekolojî û Çanda Cûdiyê Fadil Tay ji herêmê radigihîne ku pirsgirêkê wan a herî mezin santralên li Silopî ye û a din jî şewitandina daristanan e.
Fadil Tay derbarê santralên termîk ên li Silopî û zirarê wan ji xwezayê re wiha bi lêv dike:” Komela me bi taybetî li hemberî Santrala li Silopî çalakî lidarxist. Santrala komir û bendavan em li jîngeha xwe naxwazin lewre jî çalakiyên me her berdewam in. Heta me ji ber ew santrala ku zirarê dida jingehê, doz vekir. Ji bilî wan çalakiyan jî me bi şarederiyê re kampanyaya çikandina şitlan û paqijkirina hawirdorê lidarxistin. Her wekî din ji bo zarok û xwendavanan me konferansan çêkirin û li tora civakî jî dixwazin kampanya û xebatên xwe bidin belavkirin. Yekemîn rojeva me santralên li herêmê û zêdekirina cihên şînahiya ne.”
Tay armanca dewleta Tirk bi du sedeman vedibêje; “Sedema yekemîn şewitandina kezaba gel û duyemîn jî çêkirina santralên nû.” Sedema yekemîn Tay wiha rave dike:” Armanca wan êşandina dilê gel e. Di alî derûnî de millet xemgîn dikin, dixwazin kezaba milet bişewitînin. Ew sedema yekemîn e.”
Ji bo santralên nû agir berdidin
Her wiha Fadil Tay derbarê agir berdana daristanên Cûdî de mijareke balkêş derdixe pêş ku ji bo santralên nû qadan amade dikin û wiha dibêje: “Sedema duyemîn jî li Silopî santrala koma Cîneran heye. Koma Cîner yek ji sermayedarê herê mezintirîn li Tirkiyeyê ye û têkiliya wan bi hikûmeta AKP’ê re jî pirr xurt e. Rojê milyon dolaran kar dikin ji wê derê. Bifikirin ji hezar tona zêdetir komir têne şewitandin. Sê unitê hene. Komira asfalitît a herî zirarê wê zêde, bi kar tînin. Li Ewrûpa û deverên din êdî santralên bi komur tên girtin lê li wir dixwazin zêde bikin. Tê de hezara karker dixebitin lê ew jî ne welatiyên wir in ji derve hatine. Sed karker yên wir be hezaran ji Stenbolê hatine, ji Çînê hatine. Her wiha bi bîrê devê wî vekiri komirê derdixin û bi dînamîta diteqînin. Him zirar didin tendûristiya mirov û him jî eko-sîstemê xera dikin.
Ew cihê ku agir pê xistine, piştî wî santral e, nêzîkî wî ye. DI me de fikara çêdibe, gelo ji bo qad û kapasîteya santrala zêde bikin bi zanebûn ew şewat derdixin. Tirs û fikarek ne binyat e.
Cihê agir berdane ew gundê Asuriyan a Herbol û gundê Silib in. Taybetî tam piştê wê santralê ye. Mirov difikire nexwe bi zanebûn welê kirine. Dixwazin li wan dera jî komiran derxin. Şîrîkê wê santralê zavayê Erdogan e. Asker û koma Cîner jixwe xwedî heman zîhniyet in. Ew bi rêya santrala qir dikin ê din jî dişewitîne.Dikaribûn mudaxele bikin lê nekirin.
Ciwanên me û şêniyên gundan bi derfetên xwe agir temirandin. Rêxistinên sivîl û şarederî jî ji bo temirandina agir seferber bûn.”
Veqetandinek çêdibe
Fadil Tay destnîşan dike ku ew agirên li daristana pê dixin di navbera dewlet û welatiyan de veqetandinek çêdike û gel aciz dikin. Tay derûniya gel wiha radigihîne: “Welatiyên wir di wan bûyeran de xwedî tecrube û serpêhati ne. Dibêjin tişta salên 90’î hat serê me niha bi rêbazên tenik û demdirêj dixwazin li ser me pêk bînin. Niha dewlet ji du alî ve jî xwe serketî dibîne him kezaba me dişewitîne him jî li ser ew tiştan pere qezenc dikin. Bi kevirek li du çûka didin. Welatî bi rastî pir aciz in. Jixwe daristan û şînahî li wir kêm in ên heyî jî dixwazin qir bikin. Di navbera civak û dewletê de veqetandineke çêdibe. Dibêje nexwe ew ne dewleta me ye.”
Di herî dawî Fadil Tay bi bîr dixe ku hebûna sentralan li Silopî jixwe her roj kuştina Cûdî ye û wiha dîbêje: “Agirê herî mezin ji bo me ne şewitandina daristanan e agirê herî mezin çêkirina santral û bendavan in. Belê belkî darên me yên dişewitin dîsa şîn were lê çiyayên dikolin carek din şîn nayê. Jixwe me kampanyayek îmzayê ‘Ji bo Cûdî 50 hezar dar’ daye destpêkirin. Me çend heval giliyê him sentralê BOTAŞ‘ê him jî a Cinerê kirin. Lê doz li wan nehat vekirin me ji bir Dadgeha Îdarî ya Herêmê hê jî bi encam nebûye. Em ê di pêşerojê de der barê Sentral û şewata daristanan de bi parlemantrên bajarê re pêşniyazname bidin meclîsê.”
Nahelin karên xwe bikin
Şewata agir bi bandor jî li herêmê Licê çêbû. Dibe ku hê jî dewam dike. Aktivîstê Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya Talat Çetînkaya diyar dike ku şewata Licê ne nû ye û hê berî cejnê li Pasûrê devera bi navê Geliyê Godernê şewat derketibû û wiha pê de diçe: “Hevalên me yên ji Tevgera Ekolojî çûbûn cihê bûyerê bi welatiyan re mudaxele kiribûn û ji bo vemirandina agir serî li Daîreya Daristanan a Bajêr dan. Lê ji cihên xwe neliviyan. Em jî li Gerînendeya Herêmê geriyan lê ew jî bersiva ‘Daîreya Daristanan a Bajêr ew şewat bi awayekî fermî neketiye qeydê, em nikarin tiştekî bikin’ da. Piştî vê bi kotekî mudaxele kirin.”
Em li cihek vedimirînin, cihekî din dişewitînin
Çetinkaya radigihîne ku ew agirên li Licê ne qeza ye bi zanebûn ji alî leşkeran ve hatiye derxistin û wiha axaftina xwe didomîne: “Şewata li Licê jî bi zanebûn hatiye kirin ji ber ku di fermiyetê de behsa şewatê jî nakin. Agahî nadin saziyên berpirsyar jî. Li Ferqîn û Pîran jî şewat derketin. Dixwazim hinek behsa agirberdana daristanan a Licê bikim. Li Licê di qadeke berfireh de ew agir pê xistin û deverên berz in. Agirên ew cihê bilind bi rehetî nikare were vemirandin. Mirovên ku dixwazin agir bitemirînin jî nahêlin.”
15 gund vala kirin
Dewleta Tirk cihê ku agir berdide bi navê “herêmê ewlekariyê ye û operasyon tê lidarxistin” de nahêle ti kes here wê derê. Ekolojîst Talat Çetînkaya encama şewatê wiha îfade dike: “Sedema nehiştina wan jî “herêmê operasyonê” ye. Dibêjin ew der herêma operasyonê ye û ne ewle ye. Hetta carna cihek tê temirandin lê vê carê li cihekî din agir berdidin. Jixwe li 40 cihî şewat derket. Li cihekê agir ditemire cihekî din jî agir pê dikeve. Ji wir tê xuyakirin ku bi zanebûn daristanan tahrîp dikin. Di wan agirberdana dawî de 15 gund hat valakirin û 4 gund jî zerar dît ji şewatê. Gundê Huseynîk bi tevahî şewitî. 40 hezar hektar erd ji şewatê zerar dît. Hê jî hinek cihan ew şewat dewam dike. Ew saziyê Daîreya Daristanan a Bajêr bersiva “ Wezareta Hundir nahêle” dide me. Wezarata Hundir jî bi navê “Heremê Operasyonê” ye nahêle saziyên berpirsyar karê xwe bike.”
Armanc valakirina gundan e
Her wiha Çetînkaya armanca dewletê jî wiha radigîhîne: “Dewleta Tirk xweza wekî çek bi kartîne. Dixwaze ew deveran tevahî bê însan be. Armanc valakirina ew gundan in ji bo vê yekê jî xweza bikar tîne. Heta niha 15 gund vala kirin, şêniyên gundê Huseyinîk jî xwestin vegerin malên xwe lê leşker nehiştîn. Gotin gund nemaye, şewitiye. Parlemenên ên Amedê jî hat cihê bûyerê. Parlementer Ziya Pîr çavdêriyên xwe ragihand û got ku helîkopteran dewsa temirandina agir, madeyên şewitandinê davêje. Ew şewat bi rastî millet bi derfetên xwe nikare bitemirîne. Em jî hinek qels man. Niha me bi tevgerên ekolojîk a Tirkiyê û Ewrûpa re ketine têkiliyê, ji bo ew jî ew şewatê bînin rojevê. Me got werin wir. Bi çavên xwe bibînin. Em bi hiqûknas û parêzerên herêmê re hewl didin ku di warê hiqûkê de heqê xwe biparêzin. Şewat li be çavan in lê dewlet heta niha qebûl jî nekiriye vê yekê. Dibêje ti elaqa me bi şewatê re nîne.”
ÎBRAHÎM BULAK/NAVENDA NÛÇEYAN