Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) komxebatên şêwrê yên ji bo yekîtiya neteweyî dewam dikin. Piştî şêwra li Stockholmê ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê û ya li Rimêlan a ji bo Rojavayê Kurdstanê, roja înê 13´ê Çiriya Pêşîn wê li Holandayê şêwra yekîtiya netweyî ya ji bo Diyasporayê pêk were. Şêwr wê Kurdistaniyên li diyasporayê yên ji Ewrûpa, Emerîk û Rûsyayê bîne cem hev. endamê Konseya Rêeveber a KCK´ê Zubeyir Aydar got, "Em bawer dikin ku encama şêwrê, wê ji bo yekîtiya neteweyî bibe gaveke girîng. Ew ê bibe kevirekî çarqozî." 



Şêwr wê li bajarê Holandayê Biezenmortel bi rê ve biçe, û ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên serbixwe, nûçerên partiyên siyasê yên Kurdistanî li Ewrûpayê wê beşdar bibin. Beşdarên şêwrê di serî de wê ji Ewrûpa bin û ji Rûsya, Ermenistan,. Kazaxistan, Gurcistan, Kirxizistan, Awûsturalya û Emerîkayê jî bên. Wekî din heyetên ji Kurdistanê jî wê beşdar bibin û parlamenterên HDP´ê jî wê amade bin. Di nava mêvanên şêwrê de serokê parlamena Başûrê Kurdistanê Yûsif Mihemed û hin parlamenterên Ewrûpî jî hene. Piştî şêwrê wê li ser pirsgirêkên Kurdistaniyên derveyî welat, nihêrîna wan a li yekîtiya neteweyî, hizrên wan û pêşniyazên wan deklarasyonek bê weşandin. 


NAVENDA NÛÇEYAN