
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku di navbeyna 26-27’ê Çileyê 2018’an de ew ê li Başûrê Kurdistanê Şêwra Neteweyî pêk bîne.
KNK têkildarî Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku ew ê li gorî biryarnameya Civata Giştî ya KNK´ê ya Cotmeha 2017’an Konferansa Şêwra Neteweyî ya ji bo Başûrê Kurdistanê bi mebesta dewamkirina diyalogên demokratîk, neteweyî û niştîmanî û peydakirina çareseriyê, 26 û 27 Çileyê li dar bixe. Û armanca konferansê jî wiha rave kir: “Lidarxistina Konferansa Şêwrê di çarçoveya plana neteweyî û niştîmanî de, ji aliyê din ve peydakirina çareseriyek rast a ji bo krîza nebûna sîstemekî demokratîk a niha li Başûrê Kurdistanê ye. Ji aliyê din ve ji bo bipêşxistina mijara çareseriya demoktarîk, siyasî û aştiyane ji bo herçar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Kurdan e.”
‘Başûr di rewşeke dijwar de ye’
KNK´ê got, ew ê di demeke nêzîk de raya giştî ya Kurdistanê ji cih û bernameya konferansê agadar bike û wiha dewam kir: “Ji bo vê konferansê em ê hemû, aliyên siyasî, partî, rêxistinên Başûrê Kurdistanê, rêxistinên sivîl, kesayetên dilsoz, rewşenbîr û serbixwe vexwînin. Lê, em ê rêxistinên siyasî û sivîl, kesên serbixwe yên parçeyên din jî ji bo dewlemendkirina diyalogê vexwînin. Her wiha em ê mêvan û çavdêran vexwînin.
Hêjayî gotinê ye ku rewşa siyasî gelek bi lez tê guhertin, Başûrê Kurdistanê jî di rewşek dijwar de ye. Di wî warî de gelek girîng e ku her dilsozekî Kurdistanê ji bo bihêzkirina yekîtiya neteweyî kar bike.”
BRUKSEL