Ocalan: Dema min li Enqereyê cara ewil di radyoyê de guhdariya dengê Aram Tîgran kir, min gotibû, ‘Divê ev deng nemire, her azad bimîne. Lew dengê wî dengekî dawidî ye, tenha ye.’ Yê ku berê min da Kurdistanê ev deng bi xwe bû. Ji ber vê, nikarim ji bo Aram bibêjim miriye. Ew şehîd e, nemir e. Divê bibîranîna wî her bijî.

Doh salvegera wefata dilsoz û kedkarê zimanê Kurdî û muzîka wî hostekarê cimbişê, Aram Tîgran bû. Aram Tîgran dengek, melodiyek û helbestek tenê nebû, ew hatine cem hev a gelek behremendiyên muzîkî bû. Wî helbesta Feqî, Ey Dîlberê bi besteya xwe bê mirin kir, Bilbilo bi ruh û gewde kir, heta dawiya temenê xwe jî stran gotin. Tîgran qederê 45 besteyî çêkirin û bi zimanên Kurdî, Ermenîkî, Suryanî, Yewnanî, Erebî û Tirkî stran gotin; ew bêndereke zimanan bû.

Hevjîna wî ya 50 salan jiyana xwe pê re derbas kirî ji bo wî dibêje, “Wî azadiya xwe di azadiya gelê Kurd de dît. Ew heta sax bû bi Kurdan re bû. Wî timî xwest li çanda Kurd zêde bike. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd hez ji wî kir.”

Di dawiya sedsala 19’an û di sedsalên 20-21’ê de dema mirov li dîrokçeya muzîk û zimanê Kurdî dinihêre, di warê parastin û geşedana wê de bi awayekî eşkere rastî para hin zana û ferdên Ermenî tê: Sogomon Kevork Sogomonyan (Komîtas Vardabet), Garabet Khaçhatûrîan (Qerapetê Xaço), Aram Îlîtch Khachatûrîan, Avetîk Isahakîan, Hrachîa Nersîsîan, Aramê Tîgran ...

Berê Ocalan da Kurdistanê

Di vê barê de, heke ji jêderên muzîka neteweyî, rêgeza herî xurt ziman be, naxwe kesên herî zêde bi zimanekî diyar hunerê xwe îcra bikin, hunerê wan aîdiyeta wî zimanî digire. Dema mirov ji van kesan guhdariya Aramê Tîgran dike, li gorî lêkolînan di 53 salên wî yê muzîkê de qederê 237 berhemên Kurdî (ku ji van 7 jê bi zaravayê Zazakî ne), 150 Erebî, 30 Tirkî, 10 Suryanî, 8 Yûnanî, gellek jî Ermenî bi giştî 650 berhemî tê ku qederê 450´î ji wan besteyên wî ne. Ev dîmen jî dide der ku Tîgran bi taybet ji bo Kurdî, lê bi giştî, newayeke cergebez û sewteke Mezopotamyayî û koroyeke wan neteweyan e ku çarenûsa wan her li jenosîdan alîqî maye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî wefata Tîgran weke “bilbilê Rojhilata Navîn” bi nav kir û got, “Dema min li Enqereyê cara ewil di radyoyê de guhdariya dengê Aram Tîgran kir, min gotibû, ‘Divê ev deng nemire, her azad bimîne. Lew dengê wî dengekî dawidî ye, tenha ye.’ Yê ku berê min da Kurdistanê ev deng bi xwe bû. Ji ber vê, nikarim ji bo Aram bibêjim miriye. Ew şehîd e, nemir e. Divê bibîranîna wî her bijî.”

Piştî sirgûnê li rojava hat dinê

Aram Tîgranê ku digot, heke careke din werim dinyayê û qeweta bigihîjiyê, ez ê hemû tank, top û çekan bihelînim û wan bikim cimbiş û zirne, 15’ê Çileyê 1934’an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Bavê wî Ardeşîr ango Sarkîs bi awayekî dîtir Mêloyê Sakê bi eslê xwe ji herêma Farqînê (ku hin çavkanî dibêjin Sason) ye û dayika wî Xîldayê jî ji Kirmancên Pasûra Amedê ye. Piştî jenosîda 1915’an malbata wî ji hêla malbateke Kurd ve, ji qirkirinê tê xelaskirin . Di vê biwarê de Tîgran di maleke ziman Kurdî, mezin dibe, guh dide nesîhetên bavê xwe yê bilûrvan û berê xwe dide çand û muzîka Kurdî.

Dika newroza 1953’yan

Di 6 saliya xwe de li ber destê bavê xwe hînî ûdê bû. Piştî ku li Qamişloyê xwendina xwe ya lîseyê temam dike, 3 salan jî tehsîla bilind dixwîne. Piştî demekê li gel kesên zana dersên ûdê digire û bi awayekî pispor fêrî ûdê dibe. Lê ji bo Tîgran debara xwe bike, di 20 saliya xwe de li dawet û şahiyan distrê. Cara ewil konsera xwe di Newroza 1953’yan de dide. Ji ber dengê vê amûrê tîna wî naşikîne, berê xwe dide cimbişa ku dengê wê bilindtir e.

Serpêhatiya Radyoya Êrîvanê

Sala 1966’an tevî malbata xwe koçberî Ermenistanê dibe. Li Ermenistanê di beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê de ya ku sala 1955’an bi rêvebiriya Casimê Celîl hat vekirin, dixebite û cara ewil bi awayekî cidî di warê muzîkê de li vir perwerde dibe û li vir di muzîka Kurdî de stîleke nû ya koroyî diafirîne. Tîgran heta sala 1984’an li radyoyê dixebite û sala 1995’an berê xwe dide Ewrûpayê û piştî demeke kurt li Atînaya Yewnanistanê bi cih dibe. Sala 2006’an ji bo mihrîcanekê cara ewil hat Amedê û dema hat cara ewil çû serdana gundê bavê xwe. Piştî sê salan ango di 6’ê Tebaxa 2009’an de Tîgran nerehet dibe û di 8’ê Tebaxê de li nexweşxaneyeke Atînayê di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Dewleta Tirk her dijminê miriyan bû

Berî ku jiyana xwe ji dest bide, wesiyet kir ku wî li Amedê veşêrin, lê li gel hemû hewldanên malbata wî û sazî û dezgehan jî Wezareta Karên Hundir û Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi hinceta ne welatiyê Tirkiyeyê ye û heke li Amedê bê definkirin dê li Tirkiyeyê ‘ji bo provakasyonan bibe zemîn’ destûr neda û li ser vê li Brukselê hat definkirin.

Talana çandî ya dewleta Tirk

Aram Tîgran 14’emîn albuma xwe di 74 saliya xwe de derxist, gellek berhem û stranên mayîn de yên wek; Zimanê Kurdî, Çiyayê Gebaro, Ez Kurdistan im, Bilbilo, Wexta Zerya Nîşan Kirin, Em Hatin, Kula Dilê Min Welat, Şev Çû, Ay Dîlberê, Diçim Diçim Nema Têm, Te Ez Kal Kirim, Xemilî Zozan, Sebra Dila, Pêşiya Malê û gelekên din bi newa û noteyên xwe li kelepûra muzîka Kurdî zêde kirin. Her wiha gellek berhemên wî ku muzîka hinan ji wan û gotinên hinan ji wan aîdî wî bûn, di repetûara saziya radyo û televizyona dewleta Tirk TRT’ê de wek ku malê kelepûra muzîka Tirkî bin hatine wergerandin û dizîn.

Xewna Aram Amed bû

Aram Tîgran bavê sê zarokan yekemcar sala 2006’an ji bo festîvalê diçe Amedê, ku ji bo Amedê digot ‘xewna min a sed salî’. Piştî ku dewleta Tirk destûr neda ku cenazeyê Aram Tîgran li Amedê bê veşartin, hevjîna wî Sîrvart Melîkiyan Tîgran hîna jî bi hêvî ye û dibêje, “heval” dê wî bibin Amedê: dibêje, “Ez zanim, wê heval wî bi vî rengî nehêlin û rojekê wê wî bibin Amedê. Min soz da Aram ku ez ê heta dawiya emrê xwe li ser şopa wî bim. Ez niha, bi şev û roj ji bo azadiya Serok Apo dua dikim. Heger Serok Apo li derve bûya, wê rewşa me gelekî cudatir bûya. Yê ku em li hev civandin, aliyê insanî û manewî yê Serok Apo ye.”

 NAVENDA NÛÇEYAN