Hate ragihandin ku cenazeyê Şêx Cengî Talebanî wê bi merasîmeke taybet li Tekiyeya Talebanî ya li navçeya Koyê were veşartin.
Şêx Cengî kî ye?
Şêx Cengî Talebanî birayê mezin ê Serokê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî ye. Li gundê Kenkanî yê Nehyaya Xelekanî ya ser bi Dukanê ji dayîn bûye.
Şêx Cengî Talebanî, li navçeya Koyê ya Hewlêrê jiyan dikir. Talabani ji berî nexweş bikeve di heypeyvînekî de diyar kirî bû ku di jiyana xwe de qet beşdarî karên siyasî û pereyan nebûye. Şêx Cengî Talebanî yê ku temenê wî 85 saliyê bû, di 4’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da.
SILÊMANÎ