Navên kesên birîndar bûne wiha ne: Mihemed Şinan (60), Nûrî Hemûd Nanai (15), Mehmûd Nanai (50), Fatima Îsayî (13), Nîber Osman (55), Yûsif Osman (16) û Xelîl (20). Xebatkarên tendirustiyê diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e.

Di du rojan de 87 sivîl bûn qurbanî

2 rojên din di şerê dijwar de li ser Helebê derbas bû, 10 zarok, 6 jin jî di nava de bi giştî 86 welatiyên sivîl ji ber topbarana li ser Helebê jiyana xwe ji dest dane.

Hilîkopter li ser ezmanê Helebê digerin. Helîkopter bajarê Helebê bombebaran dike. Îro taxên Mesakin Henano, El-Sikerî, El-Şear, Kerim El-Bêk, El-Ensarî û El-Saxûr ên rojhilatê Halebê bi dijwarî hatin bombebarankirin.  Çavkaniyan destnîşan kirin ku bombebaran hîna didome.

Balafirên Şer jî duh êvarê ve taxên Cemiyet El-Zehra, El-Firdos, El-Ehmediye, Qadî Esker, Heyderiyê, Bustan Paşa, Eqyûl, Bab El-Nêreb û taxa El-Raşidîn ên Helebê, her wiha herêmên bajaroka Enedan û Mieret El-Ertîq ên bakurê Helebê, El-Semiriye û El-Encare ya başûr û bajaroka Kefer Naha û Xan Esel ên rojavayê Helebê topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve çeteyên Koalisyona Niştimaniya Sûriyeyê taxên Heleba Nû, El-Hemdaniyê û taxa El-Mîdan ên di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyê de bombebaran kirin.

Di encama bombebarana balafirên şer ên rêjîmê yên bi ser Helebê de, bi gîştî 87 sivîlan jiyana xwe jidest dan. bi dehan jî sivîl jî birîndar bûn. li gorî agahiyên ji herêmên şer hatin wergirtin li Saxûr 5 sivîl, Şear 12 sivîl, El-Sukerî 11 sivîl, El-Ensarî 2 sivîl, El-Ferdos 2 sivîl, Riya El-Bab sivîlek, Mesakin Henano sivîlek, El-Salihîn 3 sivîl, Batbo 21 sivîl, El-Semîriyê 2 sivîl, El-Bogaz 7 sivîl, El-Toqlî 3 sivîl, Darazê sivîlek  û Eyncara sivîlekî jiyana xwe ji dest dan. heya niha jî li van herêma cenazeyên 15 sivîlan di bin enqazên avahiyên xerabe de ne.

Li herêma Cimiyet El-Zehra jî di navbera hêzên rêjîmê û komên çete yên Koalîsyonê de şerê giran rû didin. Herdû alî herêmên di bin serweriya hev de topbarna dikin. li herêma Eqreb a rojavayê Helebê jî şer û pevçûn di navbera herdû aliyan de derket. 

 ANHA/HELEB