Di çarçoveya 'Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo' de ku ji bo paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê ji çeteyên DAIŞ'ê ji 6'ê Gulanê ve dewam dike, hêzên YPG/YPJ'ê bi sedan gund azad kirine. Di çarçoveya pêngavê de azadkirina Çiyayê Kizwanan, di nava gel de rê li ber moraleke mezin vekir. Li ser vî çiyayî Tirba Evdilezîz kurê Şêx Evdilqadir Geylanî heye, ku di dîroka herêmê de xwedî cihekî girîng e. Ev yek di heman demê de nirxê manewî yê vî çiyayî ji bo Kurdan nîşan dide.
Li Çiyayê Kizwanan gelek çîrok tên vegotin. Tirba Şêx Evdilezîz qederê hezar salî ye.
Şêx Evdilezîz di sala 1137'an (Hicrî 532) de li li Başûrê Kurdistanê bajarê Mûsilê ji dayik bû. Kurê Şêx Evdilqakir Geylanî, Şêx Evdilezîz, dema li Mûsilê bû bi bavê xwe Ebdilqadirê Geylanî re bi qisasa 'du zana nabe bi hev re bijîn' nîqaş derdikeve. Li ser vê yekê Şêx Evdilezîz di ser Çiyayê Şengalê re derbasî Çiyayê Kizwanan dibe û li vir bi cih dibe.
Şêx ji ber ku bi hestên rasteqîn ên Îslamî nêzî hemû gelan dibû, Çiyayê Kizwan bû cihekî ku hemû derdorên Îslamî ziyaret dikin. Şêx Evdilezîz di sala 1208'an de jiyana xwe ji dest da û tirba wî ji aliyê Misilmanên ji gelek deverên cîhanê ve hat ziyaretkirin.
DAIŞ'ê tirb talan kir
Li vir mizgeftek tê avakirin bi navê Mizgefta Yekîtiyê (Mizgefta Tevhîd). Avakerê mizgeftê Hamza Çaçanî jî wasiyet dike ku li cem Şêx were veşartin.
Li gundê Xarra ku Tirba Şêx Evdilezîz lê ye, ji rûspiyên herêmê Xidir Îbrahîm dibîne ku ji ezmanan ronahiyeke kesk şewqê dide li ser tirba Şêx Evdilezîz. Fransiyên ev dîtin ji Xidir Îbrahîm dipirsin, 'We çi kir ku ev ronahiya kesk derket holê?'. Xidir Îbrahîm dibêje 'me tiştek nekir' lê Fransî bi sirar dixwazin cihê ronahiya kesk lê ketiye, bê kolandin.
Piştî ku ev cih hat kolandin, di destpêkê de gomlekekî qafikekî kesk tê dîtin. Ji bo ya di hundir de bibînin qafikê dişikînin. Di hundirê vê de jî qafikek derdikeve, wî jî dişikînin. Di hundirê vî qafikî de jî ji du kevirên şahîtok ên li ser Şêx Evdilezîz kurê Şêx Evdilqadir Geylanî nivîsandî tê dîtin. Ji hingî ve her kes baweriya xwe pê tîne ku tirba li vir ya Şêx Evdilezîz e. Yek ji van keviran di sala 2008'an de ji aliyê dewleta Îranê ve tê dizîn.
Piştî ku çeteyên El Nûsra Çiyayê Kizwanan dan çeteyên DAIŞ'ê kirin, rewşa dîrokî ya jî zerar dît. Tirba Şêx hat xerakirin. Dayika Watxa ku tevî hemû gefên DAIŞ'ê mal û tirb neterikand got, "DAIŞ'ê di 1'ê Nîsana 2014'an de bi bombeyan tirbe teqand. Bi qasî ku dizanim yê ev tirbe teqand yekî Çeçen bû. Tê gotin ku alîkarê Ebû Omer Şîşanî ye." Dayika Watxa anî ziman ku kevirê din ê şahîtok jî, çeteyên DAIŞ'ê bi xwe re birine.
REŞÎT SERDAR/ANF-HESEKÊ