Şêxmeqsûd xatir ji şehîdê xwe xwest
Xelkê taxa Şêxmeqsûd a Helebê û şervanên YPG û YPJ‘ê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Xetîb (Fedekar Heleb) ê ku li ser karê xwe şehîd bûbû li Goristana gundê Nebo veşartin.
Berî veşartina şervanê YPG‘ê Mihemed Xetîb (Fedekar Heleb) li taxa Şêxmeqsûd merasîmek hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê hate girtin û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir.
Ji bo pêkanîna demokrasiyê
Paşê ji fermandarên YPG‘ê Zagros Efrîn jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, Şehîd Fedekar û hemû şehîdên azadiyê îsbat kirin ku ew aşiqên azadiyê ne ku ji bo pêkanîna demokrasiyê û jiyaneke bi rûmet berdêl dane.
Di merasîmê de Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso jî got: “Ji armancên projeya Netewa Demokratîk yekitî û hevgirtina hemû pêkhateyan. Tevlihbûna xwîna hemû pêkhateyan felsefeya fedekarî ya ber bi jiyana azad e.” ANHA/HELEB