Pirtûka çîrokan “Seyfo” ji aliyê Îsmaîl Dîndar ve hatiye nivîsandin û ji Weşanên Evrensel Basim Yayinê derketiye. Di pirtûkê de 6 çîrok hene ku yek ji wan Seyfo ye û navê xwe daye pirtûkê jî. Dîndar çîrokên xwe bi Kurdî lêkirine, lê dûre wergerandine Tirkî, Rûbar Dîndar wergerandine Ingilîzî, Samî Kawme Dîk wergerandine Suryanî û pirtûk wisa bi çar zimanan hatiye amadekirin. Xwestine bi Ermenkî jî wergerê bikin û li pirtûkê zêde bikin lê wergêr peyda nekirine. Sedema ew qas zimanan ew e ku çîrok li ser “Ermen” û “Suryaniyan” û helbet Kurdan e, lewma xwestine bi çend zimanan bêne çapkirin.

Mezra Botan, Maweraunnehîr, Mezopotamya, Betrahrîn hatiye gotin ji bo vê erdnîgariyê û êşên mezin lê hatine dîtin û kişandin. Çîrokên di pirtûka “Seyfo” de li ser êşa vê erdnîgariyê hatine rêstin û pirtûk wisa hatiye pêşkêş kirin: “Bihara sala 1915’an, li erdnîgariya Osmaniyan bû deqeke reş ku heta hetayê dê nikaribe bê şûştin û bê jibîrkirin û kete dilê Bethnahrîna delal. Ev şeş çîrok, hest û ramanên ku ji pêkhate û zilma wê rojê ve, di dilan de mane û meyîne, ne.”

Li ser derxistina pirtûkeke wisa nivîskar Îsmaîl Dîndar gotiye, “Ji berpirsiyariya ku ez li ser vê erdnîgariyê mezin bûme bêtir, bi berpirsiyarî û hişmendiya mirovane ku li me ferz dike, ji bo ku êşên berî sedsalekê li ser vê xakê hatine jiyîn têkevin nav rûpelên edebî yên dîrokê, me hewl da ku şeş çîrokên min bi zimanên cur bi cur bigihên ber destên xwîneran.”


Îsmaîl Dîndar kî ye?

Nivîskar û mamoste Îsmaîl Dîndar sala 1965’an de li gundê Qertmînê yê Midyadê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund xwendiye. Wî di navbera salên 1975-1981’ê de li Erxeniya Amedê 6 salan Dîcle Ogretmen Lîsesî ya leylî xwendiye, dûre derbasî Dibistana Bilind a Mamostetiyê ya li Çanakkaleyê bûye û sala 1983’yan de ew temam kiriye. Wî di Sibata 1984’an de li Mereşê dest bi mamostetiya dibistana seretayî kiriye û ji wê demê ve mamostetiyê dike. Ew niha li Amedê dijî, nivîsên wî di gelek weşanan de derketine û ew ji bo Diyarnameyê nivîsandina xwe ya quncikê didomîne. 


STENBOL