Yek ji gotinên herî navdar ên Hz. Îsa jî:‘Kesê bi şûr re bijî wê bi şûr biçe.‘ ye. Ev gotin fîlozofiya Îsa ya dijberiya şîdetê radigihîne û li mirov gelek xweş tê. Lê di rastiyê de an jî di jiyan û serpêhatiya dîrokî ya mirovahiyê de çawa bersiva xwe dîtiye? Ev jî pirsyareke din e.
Li erdnîgara em lê hatîn cîhanê hinde rojên bîranîna komkujiyan hene ku wek Şaîr Dr. Dilberz dibêje: Çiqas pir in gorên me, çiqas pir in şehîdên me yên bê gor! Ewqas jî gel û miletên ji nav hatîn birin pir in û bi milyonan mirovên bê gor li çol û çiyan bûyîn xurekên teyrên goştxur û heywanên dirinde.
Yek ji wan gelan yê di dîroka mirovahiyê de mora xwe li şaristaniyê xistiye jî gelê Suryanî ye. Ew bi zimanê xwe ji xwe re dibêjin, Suryanî. Li gorî zaravayan wek Suroyu û Suroya jî diguhere. Ji ber sedemên parvebûnên navxweyî ku babetên olî û mezhebî yên sereke ne nav û pênaseyên wan jî guherîne. Her wiha ji wan re Asurî, Nasturî, Aramî, Keldanî jî dibêjin. Divê mirov bi bîr bixe ku gelek Suryanî ji pênasekirina Asurî jî bi tundî aciz dibin. Lewre ew dibêjin gava Asurî hebûn Aramî û dema Aramiyan de jî Keldanî hebûn. Aliyê wan yê hevpar jî ziman e û piraniya wan bi Suryanî diaxivin.
Gelê Suryanî li gel kevnariya xwe ya dîrokî û komkujiya dijwar jî pir bi derengî dest bi lêgerîna mafê xwe yê naskirina komkujiyê kirin. Ew jî niha hêdî hêdî li doza xwe xwedî derdikevin û li koka xwe vedigerin. Divê mirov rista HDP yê ku cara yekem parlamenterekî Suryan bir meclîsê û şoreşa Rojava ya ji nû ve can dayî gelên mirî yên li herêmê jî ji bîr neke. Jixwe îdiaya ku navê Suriyeyê jî ji A-Suriyeyê tê û pêxember Îsa jî bi zimanê Aramî-Suryanî axiviye jî heye.
Suryanî 24’ê Nîsanê wek salvegera bîranîna komkujiya gelê xwe jî qebûl dikin. Lê di meha Hezîranê de jî li gelek deveran ev çalakiyên bîranînî hatin lidarxistin. Di komkujiyên navbera salên 1914 û 18 an de herî kêm bi qasî hejmara gelê Ermen hatin qetilkirin û bi awayekî têkûz nav û nîşanên wan ji erda wan a hezarên salan hat rakirin.
Kujerên gelan wisa hizir dikirin ku dê bi tinekirina Siryan, Ermen, Rûm û Kurdan re netewe û dewleta xwe dewlemendtir bikin, lê bi çûyîna wan re gelek pîşeyên aborî, hunerî ku di nav de zêrkerî, cawkerî û çêkirina vexwarinên cûrbicûr jî hebûn ji herêmê koç kir. Herêm hejartir bû, seranser bi navê welatê Tirkiyeyê goristaneke çanda gelan afirandin.
Sayfo an jî seyfo bi Suryanî şûr e. Wan ev nav li jenosîda gelê xwe kiriye. Yên ji ber devê şûrê serdestên Tirk mayîn jî bi derengî hişyar dibin. Ew fîlozofiya pêxember Îsa jî têra ravekirina babetê nake. Mixabin yên şûr di dest de hîna jî şûrê xwe dihejîne û yên destvala li ber lingan diçin.