Kongreya Gel a Mezopotamyayê, bi rasthatina salvegera Qirkirina 1915’an daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Îro 101. salvegera qirkirina 1915’an e. Salvegera qirkirina Ermenî, Asurî-Suryanî yanî gelên Xiristiyan ên li Anatol û Mezopotamyayê ye. Di vê qirkirinê de 1,5 mîlyon Ermenî û bi sed hezaran Asûrî-Suryanî-Keldanî hatin qetilkirin. Bi sed hezaran hatin sirgûnkirin, bi sed hezaran jî kirin Misilman.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“AKP ya ku dewama zîhniyeta qirkirinê ya wê rojê ye, pêkanînên bi heman rengî îro li dijî gelê Kurd, li Amed, Nisêbîn, Cizîr û Silopiyayê bi cih tîne. Divê hemû hêzên şoreşger ên gelên li Tirkiyeyê li dijî vê zêhniyetê derkevin.
Weke saziyeke siyasî ya gelê Asûrî-Suryanî em, wan kesan bi tundî û hêrseke mezin şermezar dikin ku Qirkirina 1915’an amade kirin, ew pêk anîn û di vê qirkirinê de bi rolekê rabûn. Heta ku ev qirkirin ji aliyê dewleta Tirk ve bê qebûlkirin, têkoşîna me wê bidome.”
MUB’ê jî daxuyanî da
Konseya Neteweyî ya Bethnahrînê (MUB) bi wesîleya 101. salvegera Qirkirina 1915’an a li dijî gelên Suryanî, Ermenî û Helen, daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku ji vê birîna beriya zêdetirî sed salan di dilê gelê Sûryanî de hînê xwîn diçe.
Di daxuyaniyê hat bibîrxistin ku mehên Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê ên sala 1915’an bûn mehên herî dijwar ên qirkirinê û di dema êrişên meha Hezîranê de, ku li Heskîfê destpê kirin, li herêmên Mêrdîn, Sêrt, Amed û Colemêrgê bi sedhezaran Suryanî yan hatin qetilkirin yan jî ji cih û warên xwe hatin kirin.
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn bibîr xist, ku di salvegera 100. a Seyfo de çend dewletan ev qirkirin nas kiriye û weha dewam kir: “Lê belê hikûmeta TC, ji bo rastiya Sefyo qebûl neke, siyaseta xwe ya kirêt a beriya niha, ji niha û pê ve jî dimeşîne. Lewma divê em têkoşîna xwe biryardartir bidomînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN