Di nava baweriya îslame de wek xiristiyanan navendîbûnekê tune. Eger navendbûneke serbixweyê li ser dewletan re heba, dikanîbû rola xwe ya adîlane bilîsta. Ev navendbûn li ba xiristiyanan cuda ye. Wek mînak: Di nava Katolîkan de kardînalên hemû welatên xiristiyanan li Vatîkanê dicivin û di nava xwe de „Papst“ ekî hildibijêrin. Ew Papst wek serokatiyekê, hemû katolîkan hetanê roja mirinê xwe wan temsil dike. Ew li gor berjewendiya tu dewletê tevnagerin. Her berjewendiyên katolîkan diparêze.
Di nava îslamê de her dewlet bi serê xwe li gor berjewendiyê dewlet û serkariyên xwe kesekî ji bo ola îslamî tayîn dikin. Di dema osmaniyan de navê wê Şeyh-ul Îslam bû. Niha li tirkiyê di resmiyetê de navê wê kirine diyanet, lê îroj di bingehê xwe de Şeyh-ul Îslamên wan Fetullahê ajanê CAI ye. Li Îran ê jî wiha ye, her wisa li welatên îslam ên din jî serokê dîn bi heman metodî tên hilbijartin. Ango erkê wê diyanet û Şeyh-ul Îslamiyeta navgiran ne berjewendiyên mislimanan û ola îslamî parastine, tersê wê li dij dînê îslamî û misilmanan, berjewendiyên dewletê parastine. 
Ev sazîya bi vî awayî hatiye afirandin, di dîrokê de ne tenê bûye qeşmerê padîşah û serkariyan, her wiha xwe guhezandiye saziyeke fetwayên komkujiyan derdixe. Yan jî saziya ku gel ji bo komkujiyan amade dike. Saziya ku bi navê dîn hestê cinawiriyê dide çandin.
Ev sazî bi taybetî di dema Yavuz Sultan Selîm de ji bo rê li kujeriyên gel, civak û koman re vekirinê ji nû ve hatiye rêorganîzekirin. Şeyh-ul Îslam ê wê demê Ebul Suud Efendî(!) bû, ew 29 sal di wê meqamî de maye. Fetwaya qetilkirina bi sedhezaran mirovên ji baweriyên din û koman daye. Kujeriya Elewiyan ya herî mezin jî di dema Yavuz Sultan Selîm de bi fetwaya wî zalimê xwînxwar pêkhatiye. Bi fermana wî zalimê minafiq bi sedhezaran kurdên elewî hatine qetilkirin.
Disa dema Ebdulhemît II. xwestibû li Anatolyayê hemû gelên misilman di bin cubeyê kesk de bicivîne jî, li ser fermana wî Şeyh-ul Îslamê wî yê bê dîn û îman fetwaya kujeriya tevahiya xiristiyanên li Anatolyayê derxistiye. Heta ji hemû misilmana xwastiye ku ew cîranên xwe yên xiristiyan bikujin. Malên xiristiyanan li misilmanan helalkiriye ku nezan ji bo talanê tevê kujeriyê bibin. Li ser fermana wî bi mîlyonan gelên ermenî û suryanî-asurî hatine qetilkirin. Hem jî bi awayekî ji rengdera hovane û wehşetê wêdetir.
Saddam jî bi destê diyaneta xwe, yan jî Şeyh-ul Îslamê xwe yê wê demê di bin têgîna „Enfalê“ de fetwayeke kujeriyê da derxistin û bi sedhezaran kurdên başûrê Kurdistanê dan qetilkirini. Ji wê êş û birînê hîna hetanê îro jî xwîn diherike.
Şeyh-ul Îslamê Îranê yê dawî Xomeynî Ayetullah li Parîsê li ser sonda Qur`anê soz da hemû gelên li Îranê. Lê gava li ser textê xwe saxlem rûnişt, dest bi fetwayên kujeriyan dayinê kir û hîna jî yaverên wî ji xwînê têr nebûne!
Divê ev baş bê zanîn; di baweriya îslamê de tê gotin ku ew can û giyana Xwedê daye, tenê mafê Xwedê heye ku wî canî bistîne. Eger evdekî (qûlekî) Xwedê rabe fetwa û fermana kuştina bi dehezaran bide, heta fermana kuştina mirovekî jî bide, ew bêîman û kafir e. Fetullah Gulen jî vê kafirtiyê dike. Ew sextekarê minafiq, xwe ne tenê wek Şeyh-ul Îslame tirk, yê vê demê dibîne. Ew îro li Tirkiyê hem îktîdar, hem general, hem patronê medyayê ye. Dewleta kûr jî êdî di bin destê wî de ye. Ew hîmê bingehîn yê faşîzma kesk e. Lema bi awayekî bê heya, bê wîjdan fetwayên kuştina kurdan bi şêwazê fermanî dide û ji rayedaran dixwaze ku ferman û fetwa wî bê kêmasî pêkbînin. Çi dibêje: „Pênce hezar jî be, di her warî de îsole bikin û rîçalên wan zuha bikin.“
Erdogan, Evdila Gul û şurakaya wan jî rasterast fermana wî xwînxwarî pêktînin. Ji bo ku bikanin wê fermanê bi serkeftî bi rê ve bibin, ji hemû yasayên navnetewî, ji hemû nirxên mirovî wê de tevdigerin û dixebitin ku tevahiya cihanê jî ji tewana xwe re têkin hevpar.
Dema mirov di vî warî de lêkolîneke bingehîn çêbike, bi hêsanî dibîne ku ev saziya Şeyh-ul Îslam di rastiya xwe de tenê ji bo kujeri û bêbextiyan hatiye demezirandin û wek rûpoşîneke kujeriyan hatiye bikaranîn. Divê rastya vê mijara Şeyh-ul Îslamî di vê çarçoveyê de were têgîhîştin.
Êdi ev çeteya Fetullah bûye belaya serê gelan, bûye perdeya qirêjiyê, bûye kelemê li pîşiya mirovahiyê. Bûye vîrusê têkbirina mirovahiyê. Hê ji pençeşêrê jî xirabtir e. Êdî ev mîkrop bi dua û aspirînan pêsîra mirovahiyê bernade. Divê bi meliyat û karantînayekê rîçalên vê mîkrobiyê were paqijkirin.