Li ser nameya ku 20´ê Adara 1920´an li ser navê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê ji Cemiyeta Miletan re hatibû nivîsandin, mohra Seyîd Riza hebû. Name wisa dest pê dike: “Şerîf Paşayê ezîz, bi rêya Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê ya hêja ya li Stenbolê di Konferansa Aştiyê ya Giştî de sernûnerê Heyeta Miletê Kurd bû, ji ber ku wî bawerî bi afirînerê gerdûnê yê ku azadî û mafê jiyanê da qewmên vê cihanê, û wekhevgir û bi edalet nêzî mirovahiya vê dinyayê bûn, serfirazî bû nesîbê ehlê qelemê, mirovên ronakbîr yên weke we. Lê belê ji bo ku ev serfirazî bi şikirandinê bi cih bê anîn, çawa ku heyeta we ya xwedî tecrûbe jî wê erê bike, divê mafê her miletê bê dayîn. Ha va ye, miletê Kurd ê serjimara wî 8 milyon, ê ku bi xisleteke saxlem û camêrane girêdayî mirovahiyê ye û bi girêdana dînî ser bi dewleta Osmanî ye, ji dadgeha dinyayê ya mezin a fena we ev maf xwestiye û hîna wî mafî dixwaze.
Eyaleta Xarpêt û Dêrsimê yên ku navenda Kurdistanê pêk tînin, erdekî wisa mezin e ku eşîretên Zara û Qoçgiriyê yên herêmên heta bi Çemê Halîs (Çemê Sor) jî dihewînin; ji bo ku em hebûna xwe û hiqûqa xwe biparêzin ev çarsed sal in ku me herî kîm deh zaran bi dewleta Osmanî re şer kiriye.”
Li ser nameyê, mohra Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê heye û li binê jî navên Tuzlucuzade Mehmet Ferîd bin Îbrahîm, Muhammet Muzafer, Mehmet Emîn,
Serekê îdareya eşîra Seyyidan a Dêrsimê Îbrahîm, Serekeşîrê Şêx Hesenan ên Dêrsimê Seyîd Riza (îmza wî jî heye, têbîniya Sedat Ulugana)
Li ser navê herêma Dêrsimê, miletê Kurd ê damanî li Kurdistanê li deverên Erzincan, Qoçgirî, Qengal û Akçadaga Darendeyê Elî Şêrê Qoçgirî, ji serekeşîrên Qoçgiriyê Mehmed Kamil, ji serekeşîrên Qoçgiriyê Mahmud, li ser navê eşîrên Erzincanê hemûyan, Mustafazade Huseyin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Gotinên Seyîd Riza ev in
Nameya ku Rêberê Kurd Seyîd Riza ji Wezareta Karê Derve ya Fransayê re 2´yê Tîrmeha 1937´an nivîsiye û 30´ê Tîrmeha 1937´an gihiştiye cihî xwe, îsbat dike ku Seyîd Riza xwe bi israr weke nûnerê miletê Kurd û Kurdistanê dîtiye û hewl daye hewara xwe li dijî qirkirinê ragihîne dinyayê. Bi zerfa nameyê, eşkere ye ku name ji Dêrsimê hatiye şandin. Li ser belgeya wergirtinê û qeydkirinê ya wezareta Fransî weke binavkirina belgeyê jî peyvên “Pirsgirêkên li Kurdistanê hatiye bikaranîn. Ji ber ku ev nameya akademîsyen Sedat Ulugana li kitêbxaneya Nanntesê dîtî hêja ye, em Kurmanciya wê li jêr diweşînin.
Dersim - Kurdistan
30´ê Tîrmeha 1937´an
Ji Wezareta Karê Derve
ya Fransayê re
Birêz wezîr*,
Bi salan e ku hikûmeta Tirk hewl dide miletê Kurd asîmîle bike, rojname û weşanên wî qedexe dike, zilmê li wan ên ku bi zimanê xwe yê dayikê dipeyivin dike, miletê me ji erdên bi xêrûbêr ên Kurdistanê qut dike û di rê de tevî ku qismekî wan ên mezin dimire jî wan sirgûnî erdên bêxêrûbêr ên Anadoliyê dikin û zilmê li vî miletî dikin.
Van demên dawiyê hikûmeta Tirk bi peymaneke bi wê re hatiye kirin, xwe lê diceribîne ku bikeve herêma Dêrsimê ya ku ji van zextan hatiye paqijkirin.
Li hemberî vê bûyera dagirkeriyê, Kurd li şûna ku li ser rêyên sirgûnê canê xwe bidin, ji bo ku xwe biparêzin, tercîh kiriye weke li Çiyayî Agirî, Zîlan û Beyazidê, rahêjin sîlehan.
Ji sê mehan û vir ve li welatê min şerekî bêeman dewam dike. Tevî ku derfetên şerî newekhev in, tevî bombebarandina bi balefiran, bombeyên şewatê, gazên jehrî, min û hevalên min, me artêşa Tirk bir.
Li hemberî berxwedana me, balefirên Tirkan gundan bombe dikin, wan dişewitînin û hildiweşînin, jin û zarokên bê parastin dikujin. Bi vî rengî, hikûmeta Tirk zilmê li temamê miletê Kurdistanê dike, û wisa tola binketina xwe dihilîne. Zindan bi miletê Kurd ê aştîxwaz bi serî ve miştkirî ne, rewşenbîran gulebaran dikin, wa bi dar ve dikin yan jî wan sirgûnî deverên tecrîdkirî yên Tirkiyeyê dikin.
Sê milyon Kurdên ku li welatê xwe di nava aştî û azadiyê de dixwazin hebûna xwe, ziman, adet û rêûresmên xwe biparêzin, bi dengê min bang li cenabê te dikin û rica dikin ku cenabê te bike ku miletê Kurd ji hêza alî ya manewî ya hikûmeta cenabê te sûdê wergire.
Birêz wezîr, ez pê serfiraz im ku rêz û îhtîrama xwe ya ji dil pêşkêşî cenabê te dikim
Generalê Giştî yê Dêrsimê
Seyîd Riza
* Hingê Yvon Delbos, Wezîrê Karê Derve yê Fransayê bû; têbîniya edîtor.