BARIŞ BALSEÇER
Lêkolîner Sedat Ulugana nameya Rêberê Kurd Seyîd Riza ji Wezareta Karê Derve ya Fransayê re nivîsî peyda kir. Ulugana ev name li kitêbxaneya Nantes peyda kir û ew ji Osmanî wergerand. Di nameya 2´yê Tîrmeha 1937´an de Seyîd Riza dibêje, “Ez li ser navê tevahiya Kurdistan û Kurdan dipeyivim.”
Seyîd Riza di nameyê de îşaret bi aliyên taybet ên Kurdîtiya Dêrsimê dike û dibêje, mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin.
Sedat Ulugana ji bo agahiyeke din a balkêş dibêje, “Detayeke pirr balkêş a din heye. Seyîd Riza di nameya xwe de dibêje, di Şerê Cihanê yê Yekê de qirkirin ne tenê li dijî Eremniyan bû. Li navçeyên Nazimiyê ji miletê me yê Kurd ê mezlûm 17 hezar kes hatin kuştin û bedenên wan ên bê ruh jî avêtin Çemê Ferêt.”
Hin detayên elaqedarî nameyê de jî Ulugana wiha dide: “Heta niha me bi nameya ku wî 30´ê Tîrmeha 1937´an ji Ingilîstanê re nivîsî, dizanî. Di vê nameyê de dem 2´yê Tîrmeha 1937´an e, yanî hingê Nûrî Dêrsimî li Sûriyê ye. Lê name ji Dêrsimê hatiye şandin.”