
Li welatê me, li bajar û bajarokên Kurdistanê, qubede hebûn.
Li cîh û warê ku dewletê walayiyek hukumdariyê li dûv xwe dihişt, qubede tevdigeriyan ku vê valayiyê dagirin û desthilatdariya xwe pêk bînin. Her çiqasî dixwestin xwedî salarî jî bûna, neheqî û çavsoriya li hember hejaran nedipejirandin. Xwedî xururek berz bûn. Bi çavfirehî, merdî û mêraniya xwe deng dane.
Serdema salên 1970´yî bû, çaxa ku leqabên şoreşgeran Pilingo, Keftaro, Guro, Şêro û navên din hebûn - û heqê çaya wan di berîka wan de tunebû - gelekan ji wan çaya Etamoto (Hatamoto) vexwarine. Di dawiya salên 1960´an de, gava Apê Mûsa (Musa Anter) namzetê parlemana Tirk yê herema Mêrdînê bû, Etamoto piştgiriya wî kir. Li gor saloxan Etamoto anha li Stembolê dijî.
Serpêhatiyek min jî bi vî ciwamêrî re heye. Di destpêka payiza 1973’yan de li Nisêbînê, dem ew dem e ku şagirt xwe li lîseyê binivîsînin. Mudîr ji Dêrîka Çiyayê Mazî bû. Mudîr Bekir Beg fitûk derxistibû ku li Nisêbînê heta wê rojê kesî ne bihîstîbû û ne jî bênabû.
Fermana ku Bekir Beg dabû navê wê kontenjan bû, ango ku çi şagirtekî li dibistanê neyê nivîsîn. Kontenjan nemabû û hejmara xwendevanên li derveyî kontenjanê jî gelek bû. Bê derfetî û nerazîbûna li salona dibistanê hîna li ber çavên min e.
Etamoto li xwe qewimand û ket oda Bekir Beg. Qederekî, ji nik Bekir Beg bêkêf û bi qehir derket û bi dengê xwe yê bilind got: "Ez nizanim çi bikim ji vî mudîrî." Me bi hev re fermana Bekir Beg têk bir û em bûn weliyê/berpirsê gelek şagirtan.
Navê te ma Beton Misto
Qere Bela, Xirxir Miço û belkî ji hemûyan bêhtir bê naskirin Pişo Miheme, hin jî qubedeyên Amedê bûn. Li ser Pişo Mihemed kitêb hatine lêkirin. Hez ji şoreşgeran dikir, dostê hejaran bû.
Serpêhatiyên wî gelek in. Dibêjin rojekê Pişo Mihemed, li Deriyê Çiyê, li hember qehwexaneya Elo, di bin siya peykerê M.K.Ataturk de bêhna xwe vedide, xwe dirêj dike û di xew re diçe. Gava ji xew radibe û çiqasî li dore xwe meyze dike jî, pêlava xwe ya 8 qul, serîtûj û panî şikestî nabîne. Berê xwe dide peyker û wiha dibêje:
-Tu di muharebeyan de bi ser ketî. Me bawerî bi te anî lê te nikarîbû pêlava 8 qul biparêzî. Ji îro û pêve navê te ma Beton Misto.
Kesê ku ketiye zîndanê, dizane ku li qawîşan hiyerarşî heye. Gelek caran diranên zêr nîşanî yektir dikirin. Nîşana "nerazîbûnê". Îca rojekê Pişo Mihemed diçe Deriyê Mêrdîne, li qahwexaneyê rûdine û çayê dixwaze. Çaya wî dereng dimîne. Pişo Mihemed bangî xwediyê qehwexaneyê dike, diranê xwe yê zêr (li rêza paş) nîşanî xwediyê qehwexanê dide û dibêje: "Ka çayê li kû ma?" Xwediyê qehwexaneyê wiha bersiva wî dide: "Hîn dema xwe negirtiye! Wê bê!" Û hemû diranên xwe nîşanî Pişo Mihemed dide. Lewra diranên wî hemû zêr bûn. Pişo Mihemed bê deng û rûniştî li benda çaya xwe dimîne.
Mafya bi gelek aliyên xwe cuda ne
Qubedeyên Siwêrekê babetek din in. Rojekê Husênê Qera, bi filozofî û zargotina xwe naskirî, çakêtê taximê bi êlek li ser piyê (milê) wî, û meşek bi giranî ji çarşiyê tê. Çend xatûn li gasînê li ber derî rûniştine û civata xwe gerandine. Kuçe ji keviran bû. Teqa teqa qundura wî ye. Xatûn lê temaşe dikin. Ciwamêr "mûm" dibe. Qundira Husênê Qere ya serî tuj li kevirek ji yê kuçeyê dialiqe, dilikume û çakêtê wî dikeve erdê. Jin dikenin. Husênê Qere demança xwe ji ber xwe derdixe, surguyê lê dide û cercûrekî li kevîrê lê terpiliye wala dike.
Li nav Tirkan jî qubede bûne mijara film û hunerê. Lê ne îro. Îro mafyayê cihê wan girtiye. Mafya bi gelek aliyên xwe cuda ne. Ne tenê valayiya ku desthilatdarî li pey xwe dihêle dadigrin, her wiha mîna dewletê jî tevdigerin. Çavsorî, bêbextî û xapandin karê wan e. Danûstandinên wan û meqamên dewletê xweş in.
Îca, rê bidin min ez ji we re çîrokekê lêkim. Ev çiroka li jêr serokê KURDÎ DER a Nisêbînê, Hekîmê mala Qetfo ji min re qal kir. Serpêhatî wiha ye:
Rojekê kerekî dajon axurekî nîvtarî û du quloçan pê ve dikin. Mafya xelkê tînin ku tê derxin ka ev çi cûre heywan e. Kesên ku nerast nav lê bikira dê beş bidana wan. Ceza jî 1000 qayme (TL) bû. Xelk rêz kirin. Dor hat û yek kirin axur ku binihêre ka heywanê li axur çi ye. Ciwamêr zû derket.
-Ma te çi dît?
Ciwamêr ji xwe bawer bersiv da:
-Min kerek dît.
Mafya:
- Te tê dernexist. Ne ker e, qiloçê keran tunene!
Û 1000 qayme ceza lê dibirrin.
Yê duhemin dikeve axur û derdikeve û xwe bi xwe madem ne ker e, gerek ga be. Beriya ku mafya jê bipirse, dibêje:
- Ga bû!
Mafya:
-Te tê dernexist, ne ga ye. Ma guhên gê wisa dirêj in?
Û 1000 TL ceza li wî jî dibirrin.
Dor tê yekî din. Hejar e. Dixwaze dilê xwe bi cîh bike, ka yên beriya wî çi gotine û çi hat serê wan, û dikeve hundirê axur û piştî qederekê derdikeve.
Mafya jê dipirse:
-Ma te çi li axur dît?
Hejar wiha bersivê dide:
-Ne ker e û ne jî ga ye. Hebe tunebe, bela reş e!
Wêca haya te ji te hebe haa!..