Belkî loma jî, di van çend mehên dawî de, niviskarên Kurd hin gotin û têgehan dixin rojeva Kurdan. Amed Tigris, Şêxmûs Sefer, M. Ali Kut. Şerefxan Cizîrî û yên din, di derheqa estetîk, etîk û moral de dinivîsin. Li Roj TV, di programên Pêlvedana Gotinê û Tîşkî Huner de, ev mijar têne axaftin. Aqubet li serê meydana siyasî jî be!
Hûn  dizanînin bê kengî AKP û genaralan li hev kirin û ji sermaye (kapîtal) ya ”kesk” û ”şin” re deriyên Tirkî vekirin. Bi alên ”açilim”an Tirkî xemilandin. Yek ji wan para Kurdan ket- “kurt açilimi”ku di wergera wê de serê Kurdan tevlihev kir.
Dewleta Tirkî  centê xwe tije kaxizên muqawelê û qanihkirinê kirin û derketin ”seferberlig”ê, gihiştin heta Siwêdê. Em bûn sahidên gelek tiştan; Hunermendên ku ji 10 milyon Ewroyan re gotin na! Kurê xelkên ku ji studien taybetî re gotin na! Keçên ciwamêran ku ji maaşên bist û pênc hezaran (kron, safî) re gotin na..!
Relativism
Lê berdevkên dewlet û hukumeta Tirkî hin kes jî qanih kirin. Van hevkar û ”karkerên”  qanihkirî, pişt kul û dawî şil, hin têgînen kevin ji bixêrika xwe derxistine û belav dikin. Nav li têgeha  xwe nakin. Gelo maqûle ku hayê wan ji vî gopalê xwe yê bisêhr tunebe? Durî aqilan e! Em cardin jî bêjin; Jê re dibêjin relativism.
Di nava xelk û civatê de, li gor disiplînên cuda gelek nav û remzên relativismê hene.”De tişt nabe, li ya xwe biner!  Ligên xwe lêx û li kêfa xwe biner!” Ev rengê relativism ji fêda ferdî û rojane pêve çi norm û pîwanan nasnake.
Li gor remzek din yê vê têgêhê hertişt relativ e. Ango li çi sînor û zelaliyek raman, dîrok, polîtîk û civakî napirse. We gotinên relativistan yê wek; ”Ma A ji B neçêtir e? “ bihîstine.  Demekê gotin: “Ma sivîl ji eskeran ne baştir in?” Gava ku rastiya rastiyê xwe şanî me da, wêca dev guhertin; “ Ma AKP ji CHP û MHP yê ne çêtir e?” 
Hindik maye bibêjin; Ma kêr ji çardexurê ne çêtir e? Mirov bi kêrê dikare kundara bike du telaş, xiyaran pê biqeşêre, zebeşan bi kêrê hûr bike lê em ji bîra nekin, ker jî û çardexur jî mirovan dikujin. Û, em dizanin ku di kuştina Kurdan de gelek caran kêr bikarhatiye. Ma ne wisa?
Felsefa pasivîstan
Relativist çarna dilê hev xweş dikin û gotinên siwêdiyan tînin bîra mirov: ”Livet har sin gång!” Kurdiya wê; Tiştê bibe betal nabe! Çarenîvîsa xwe dispêre hêzên li derveyî xwe. Kilîta welatê xwe dide destên dagirkeran. Hêvîşikestî li benda rehma desthilatdaran e.
Gepên wan ne ji kîsî wan in. Her ku parî mezin dibe, gotin û cîhên wan jî tên guhertin.Taybetmendiyek relativîste me heye. Piraniya wan stanilistên kevn in.
Doh ”qubla wan” Moskova bû. Piştre berê xwe dan Hewlêr û Sulêmaniye. Ava wan di çokên Kurdistanê re cûş nebû! Anha jî li Enqere û Stanbolê, rojê şeş caran dixwin. Ewropiyan  ne hema ji ber xwe ve gotine; ”Yê mirov li helanê winda dike, mirov li çerxûfelekê bidest dixe!”
Bala xwe bidê relativist hertim çav li der, ne li ber deriyê xwe lê li mala xelkê li camcamkan didin.
Remza wan yek ê navên wan cuda; Kole, Har, Bênûr, Kamil, Bêcewher an jî Beyhûda…Ya star!