Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Molliereî ya bi navê Tortuffe sezonê dide destpêkirin. Ruknettin Gun derhêneriya lîstikê dike û promiyera lîstikê wê îro saet 19:00’an çêbe. Heman rojê pêşangeha karîkaturan a Ozgur Evran jî vebe ku wê heta 31´ê Cotmehê jî dewam bike.

Lîstika Tortuffe sextekariya bi kirasê dîn tê kirin tîne ser dikê. Wekî din verziyona nû ya lîstika Qirix jî ji sezonê re amade ye. Lîstikên zarokan ên bi navê Masîreşka Biçûk û Keçelok wê dewam bikin tevî lîstika şanoyê yên bi navê Wê Hesab Neyê Dayîn. Di vê sezonê de Şanya Bajêr a Amedê wekî din zend û bend li amadekariyên Mihrîcanan Şano û ya Zarokan jî vemaliştine.

Derhênerê Tortuffeê, Ruknettin Gun bi bîr dixe ku lîstika ji sedsala 17´an mayî roja me ya îro jî rojane ye û wan lîstik piştî provayên 2 mehan ji bo pêşandana li ser dikê amade kiriye.

Di lîstikê de Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Berfîn Emektar, Hamdusena Ozbey, Şahperî Alphan, Dijle Guneş Yavuz, Mahmut Kosem, Ozkan Şeker bi rolên xwe radibin. Ramîn Rebî muzîka lîstikê amade kiriye û sêwirandina roniyê jî Îsmaîl Dag çêkiriye, Sevinç Adiyaman jî ji karîkaturên  Deniz Ilgin afîşsêwirandiye.

AMED