Şi’ir hima hima hemtemenê zimanê xwe ye. Di nava her civatê de ew bi biservebûna/peydabûna ziman re derketiye holê, û wekî şêweyeke wejeyî (di destpêka wêjeya devkî de wekî stiranê) piştî serencameke dûrûdirêj û guherînên berbiçav gihiştiye ber destê me. Ew, ji ber temendaşiya bi ziman re û ji ber ku serçaweya hemû şaxên wejeyî ên gotinkî û nivîskî ye, bi peydabûna nivîsê re her helbestkarî bi pênaseyên cuda cuda û şîroveyên  raveker; li ser çiyîtî, çawatiya helbestê serê xwe êşandine, helbest li gorî xwe  nîrxandine. Ji ber vê taybetmendiyê, heta  niha – digel ku her helbestkarî  lêbarkirinek kiriye barê helbestê û pewireke dayiyê- me nekariye/ em nikarin navekî teqez î neyê guhertin, pênaseyeke ku li serê neyê gengeşekirin, li helbestê bikin.
Li gorî hizra hevbeş a gellek helbestkar û helbestperweran nasnameya sereke a helbestê, ew e ku helbest e, xwedî zimanekî cuda û vegotineke cuda ye…û heyîna têkeliyeke xurt û zexm a di navbera wê û di navbera û muzîk û peyvê de…û di navbera wê û bedewiya(estetîk) karteker a ku li ser hest û giyanê mîrovî dihilê de …
Li gorî nerînekê, helbest rast rast hestên  serwerîxwêziya mirov kiriye armanca xwe ya sereke.
Heke wisa be, wê gavê mirov ji bilî serweriya ku li ser suriştê pêkanîye, wî xwestiye ku desthelata xwe bi riya peyvê jî li ser xwezayê, hawirdorê, lawir û dar û deviyan ferz bike, wan jî biêxe bi hukmê dengê xwe.
Hukumraniya deng ma ne bêdengkirina/kerkirina/birîna dengên din e?
Xweza ne bêdeng e; her bûnewer dengekî xwe, her lawir xwedîyê dengekî ye, û dengê bayê, yê ezmên, yê geyê, yê şaxê darê, yê kêzik û kurmık û balindeya heye; mirov jî xwestiye dengê xwe bi riya helbestê li tevî van dengan bike, ya rast bi ser yê wan bixe.
Şîroveyeke wisakî, (payîzokên ku payîza dawî ji devê qîzikeke koçer li berpalên Cûdî, li guher û newalan olan dide û dike ku xweza bi xwe guhê xwe bide ser dengê stiranê, li hêlekê)- bala xwe bidinê, bê çawa bi efsaneyên di nava gel ên derbarê şairê bi navûdeng, Feqiyê Teyran de hatine gotin re digunce:
Angaşta ku Feqî bi zimanê teyr û tilûran zaniye û bi wan re pêwendî daniye, axivîye, bivê nevê helbesta Feqî a bi navê ‘Ey avê, avê avê av’ tîne hişê min:

Ey avê avê avê av
Ma tu bi eşq û muhbet î
Mewc û pêlan tavê belav
Bêsekne û bêrehet î !

Bêrehet û bêsekne yî
Yan aşiqê baxê xwe yî
Yan şubhetê qelbê me yî
Ji eşqa kê natebitî ?


Tê gotin, helbesta ku me li jorê jê du çarîn wergirtin, Feqî li ber ava şetê Muksê sekiniye, li avê neriye û hoyandiye.
Gelo, mer merivê ku vê helbestê bixwîne, helbest dê neke ku bi heman hizrê re heman hest biniqute dilê mirov: Axaftina Feqî a bi avê re?

Feqî bi avê re kelîmî be, Orfeûsê Yewnanî beriya Feqî bi hezaran sal, bi sîtara xwe û ,peyv û newaya dengê xwe yê zîz, kiriye ku li tevî xwezayê xwedawendên dinyaya tarî (ên binê erdê) bi matmayîn û bi dilbijokî lê bihesînin, guh bidinê.
Di bernameyekê de gava ku min got, ‘erê ez kurê bavê xwe me, lê bavê helbesta xwe me’; min nedizanî ku Hecî Qadirê Koyî yê bêdûnde(bêkur û bêkeç) beriya min gotiye, ‘Le sayey şi’irekan babî kuran im’.
Koyî rast gotiye: Her şair ji bavê xwe ye û bawê helbesta xwe ye.
Ma ne ji ber vê bavitiyê ye, ku wekî duh îro jî her helbestkar bi helbesta xwe tê yad kirin, tê naskirin?