Jinan piştî civînê encamname bi daxuyaniyekê aşkere kir. Jinan di encama civinê de demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd niqaş kirin. Jinan anîn ziman ku wekî meclisa jinan ji bo mudaxilî pêvajoyê bibin û pirsgirêk bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin û daxwazên xwe yên azadi, demokrasî û bînin ziman dê pêşengiya civakê bikin.
Jinan, di nirxandina civînê de anîn ziman ku 89 salin polîtikayên înkar û îmhayê li ser gelê kurd tê meşandin û niha disa bi polîtîkayên cuda dixwazin polîtîkayên berê berdewam bikin. Jinan di encamnameyê de wiha got: “Li Tirkiyeyê bingeha pirsgirêka demokrasiyê ji ber pirsgirêka kurd pêk tê. Di 35 salên dawî de xwestin bi şer û kuştinê pirsgirêkê çareser bikin. Di sedsala 21’an de êdî çareseriyê ferz dike. 2 rêbazên çareseriyê esas tên girtin. Yek jê dewlet dixwaze bi polîtîkayên înkar û îmhayê pirsgirêkê çareser bike. Di dîroka 89 salên komarê de her tim hikûmetê polîtîkayên înkar û îmhayê li ser kurdan ferz kir. Lê ev nebûn çeraseri. Rêya din jî li ser bingehê aştî, azadî, demokrasî û parastina mafan e. Ger ku pirsgirêka kurd li ser rêya azadî, demokrasî, aştî, wekhevî û edaletê bê çareserkirin ê Tirkiyeyê pêş bixe. Ger ku nasname, ziman, çand û statuya kurdan bê naskirin, ger ku ev mafên kurdan ên bingehîn esas bên girtin, dê pirsgirêk bi aştiyane çareser bibe. Ji bo vê yekê jî divê bi lezgîn diyalog û muzakere bên destpêkirin. Dîsa bi lezgîn azadiya Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan têkeve rojevê.
Geşedanên li Rojhilata Navîn
Jinan di berdewama encamnameyê de anîn ziman ku geşedanên li Rojhilata Navîn pêk tên, dê li herêma kurdan jî geleş pêşketina bi xwe re bîne û geşedan tev bi hev girêdayî ne. Meclîsê wiha cih da encamnameyê: "Çalakiyên jinan ên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dê ji geşedanên siyasi ne serbixwe be. Dê şîara çalakiyên me yên 8'e Adarê ya sereke çareseriya pirsgirêka kurd û bi vê ve girêdayi ji bo aştiyek mayinde Azadiya Ocalan be. Jin dê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li her bajarî dakevin kolanan û daxwazên xwe bînin siman. Jin, dê li dijî binpêkirina mafan, înkar, bişaftin, îmha, perçekirin û koletiyê dengê xwe bilind bikin. Jin dê ji bo parastina mafê xwe têkoşîna azadiyê bilind bikin." Wê çalakiyên jinan li gelek cîhan bên kirin.
ENQERE-DÎHA