Li Nisêbînê piştî berxwedana xwerêveberiyê bajar hat hilweşandin, li çar taxên Nisêbînê li ber TOKÎ’yan jin û zarok jiyana xwe didomînin.
‘Qedexeya derketina derve’ ku dewleta dagirker a Tirk li dijî berxwedana xwerêveberiyê 14’ê Adara 2016’an li Nisêbînê ragihand, 25’ê Tîrmeha 2016’an qismî hat rakirin. Weke Sûr, Şirnex, Cizîr û Geverê dewleta Tirk dest bi hilweşandina malên xelkê kir. Li Nisêbînê bajar bi giştî hate xirakirin, 9 tax kirin ‘qada bi rîsk’ û li Dîcle, Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Zeynelabidîn û Qijleyê, dewletê hemû xaniyên gel dane ber xwe û bi erdê re rast kirin. Piştî hilweşandinê, niha TOKÎ têne çêkirin, dema ku TOKÎ’yan çêdikin jî li gel guhdarî nakin. Gel erdê xwe dixwaze, TOKÎ daîreyan dide, Wezareta dewleta dagirker dibêje, ew ê pereyên erdên wan bidin, li herêmê TOKÎ her ku diçe zêdetir dibin.
Berxwedana gel dewam dike
Xelkê Nisêbînê jî li ber TOKI´yan jiyana xwe didomîne. Mirovên ku malên xwe li taxên ku TOKÎ’yê xilas kirin, dibînin ku her devera berxwedanê dibine cihê TOKÎ’yê. Nisêbînî dibêjin, gefên li wan dixwin û dibêjine wan ‘wê dor were we jî’ û dibêjin, ji bo ku malên xwe bernedin tişta ku ji destê wan tê ew ê bikin.
Avahiyên TOKÎ’yê ku beriya bi mehan dest pê kir, hema bibêje li ber qedandinê ne. Xaniyên TOKÎ’yê yên 5-6 qatî ku dişibin kozikan li ber qedandinê ne û derveyên wan têne boyaxkirin. Li Nisêbînê ji van 4 taxan ku her kes pê dizane kevir li ser kevir nema, li şûna dengê jin û zarokan niha tenê dengê hilweşandinê tê.
Li taxên ku TOKÎ lê têne çêkirin têlên ku hatine danîn Nisêbînê dikine du beş. Têlên ku hatine danîn jiyanê û hilweşandinê ji hev qut dikin. Li hêlekê tenê dengê înşeatê û mekîneyên kar tê û li hêla din dengê civata jinan, zarokên dilîzin. Gel li gel her tiştî li ber xwe dide û li taxên ku tiştek jê nemaye li şopên jiyana xwe digerin. Bi hilweşandinê, tax bûne weke çolê, parka herî mezin a Nisêbînê Mûsa Anter hate rûxandin. Ji parkê tenê dîwar mane û pirên diçûne ser jî hatine hilweşandin. Zarok li parkê li ber siha çend darên mayî dilîzin.
Mala hemû cîranan xera bû
Em berê xwe didin taxa Koçera. Li vê derê em li jineke pîr bi navê Zeynep rast tên, ku li hewşa xwe rûniştiye û nahêle dîwar lê bê lêkirin. Zeynep di dema şer de salekê dûrî mala xwe bû. Zeynep dest pê dike û qala Nisêbîna berê dike, “Di dema qedexeyê de ez wexteke kêm li vir mam. Piştre neçar mam derkevim. Salekê dûr mam. Dema em vegeriyan, tenê ev stûnên mala me mabûn. Me tamîr kirin û niha tevî zarokên xwe lê dimînim. Dema ez çûm, min heywanên xwe jî bi xwe re biribûm. Êdî ne kêfa min mîna berê ye, ne jî tax. Berê em jin li vê derê li hev diciviyan, diaxivîn. Lê niha bi tenê me. Mala hemû cîranên min xera bû.”
Zeynep a ku rondik ji çavên wê dibariya ez bi rê kirim. Li cihekî nêz ez li du jinan rast hatim ku li ber tenûrê amadekariyên zivistanê dikirin. Jinan kîsek bacan dibiraşt û dixist nava şûşeyan. Ji bo pirsa “Li pêşberî me xanî tên xerakirin, hûn çi dibêjin?” yekê ji jinan got, “Em çi bikin. Zêdeyî salekê ye ku xaniyan xera dikin. Ne em, lê ew ê hîn bibin bi me re bijîn. Cîranên me yên berê wê vegerin. Vê carê em ê ne bi tenê, lê bi wan re amadekariyên xwe bikin.”
ANF / MÊRDÎN