
Hunermed Bêsaran Tofîq li bajarê Silêmaniyê projeyeke nû ya wênegiriyê bi navê ‘Doh ew, îro tu, sibe kî?’ pêşkêş kir. Bêsaran Tofîq der barê projeya xwe de got: “Ez dixwazim di vê projeyê de terorkirina dengê azadiyê yê rojnamevan û pêkhateyên civakê nîşan bidim.”
Li Herêma Kurdistanê her ku diçe terorkirina rojnameger û welatiyan zêde dibe. Ji ber vê yekê hunermend Bêsaran Tofîq ji bo balê bikişîne ser van kuştinan projeyeke nû ya wêneyan bi navê ‘Doh ew, îro tu û sibe kî?’ xwest nîşanî civakê bike.
Hunermend Bêseran Tofîq di projeya xwe de çend parçe kaxez bi kar anîne û ji sê beşan pêk tê. Beşê yekem wêneyê 6 kesan tê de ye ku di demên derbasbûyî de hatibûn qetilkirin, wek; Ebdûlsitar Mecîd, Soranî Mame Heme, Kawa Germiyanî, Serdeşt Osman, Wedat Hisên û herî dawî Dr. Hûşyar Îsmaîl. Di jêra wêneyê wan kesan de bi nivisandina ‘Doh Ew’ û beşê duyem jî, ji çargoşeyeke vala û her kesên beşdarî vê projeyê bibe dikare di wê valatiyê de cihê xwe bigre û li jêra çargoşeya vala de nivîsandiye “îro” û di beşê sêyem de jî bi tipên mezin “sibe” nivîsandiye û nîşana pirsê hatiye danîn.
Çima ev kuştin?
Der barê vê projeyê de Bêsaran Tofîq wiha axivî: “Armanca min ew e ku me doh dît çawa welatî tên kuştin û di vî welatî de qanûn û yasa hene. Welatê ku qanûn tê de serwer e, çima ev kuştin çêdibin?”
Ew, tu û siba dora kê ye?
Her wiha Bêsaran Tofîq derbirî ku ji kuştinê nexweştir ew e ku piştî kuştinê sedemeke hin rûreştir didin nîşandan û wiha pê de çû: “Ji ber wê min xwest ez vê projeyê pêşkêş bikim. Min xwest bi vê projeyê vê kuştina han bînim bîra mirovan da ku ji bîr nekin. Tişta ez dikim, dibe bi dilê hinekan nebe, pêwîst e em van terorkirina ji bîr nekin. Beşa yekem ya wêneyên min kesên bi şêweyê kiryar-nediyar kuştî ne. Beşa duyem jî ew kesên ku dibêjin kê ev kes kuştine. Beşa sêyemin jî îro dora kê ye, sibê dora kê ye?”
Peywendiya xwe bi pile, post nîne
Di dawiya axaftina xwe de hûnermend Bêsaran Tofîq wiha peyivî: “Projeya ku min doh dayî destpêkirin, hemû pêkhateyên civakê digire nava xwe. Ji ber ku kuştin li vî welatî peywendiya xwe bi pile, post û kesayetiyê re nîne. Ev proje tenê min çêkiriye kesekî alîkariya min nekiriye. Piştî ku wêne hemû temam bûn, ez ê vê projeyê bişînim ji bo malperên çapemeniyê ku ew malperên bi rastî karê çapemeniyê dikin, wê çiqas deng bigihînine gel û heya çiqasî wê bilav bikin. Heya niha ez tevlî gelek pêşangehên navnewetî û navxweyî bûme.”
Bêsaran kî ye?
Bêsaran Tofîq sala 1973’yan li bajarê Helebce ji dayîk bûye. Di jiyana xwe de heya niha tevlî gelek pêşangehan bûye û pêşangehên taybet li dar xistine. Sala 1994´an pêşangeha xwe ya yekem bi navê ‘Jiyana di nava şer de’ û sala 1995’an pêşangeha duyem bi navê ‘Ev der panoramaya xwebûn û welatê birçiyan e’. Pêşangeha sêyem sala 1997´an li bajarê Silêmani vekiriye û pêşangeha çaremin sala 1998´an vekiriye. Ev projeya nû jî ya îsal e.
RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ