Rexnegirê çandê, Vikram Zutshi li ser pêşangeheke li Muzeya Guggenheimê ya bi navê ‘Countryside, The Future (Gundewarî, Siberoj)’ a mîmar û teorîstê bajarvaniyê Rem Koolhaas dibêje, mirov nikare lê bifikire ku Muzeya Guggenheimê ya weke zîgurateke modern hatibû sêwirandin vê pêşangehê bihewîne.

“Jinûve dîzaynkirina” gundewariyê bi heşt qonaxan hatiye nîşan dan, di qonaxa sisiyê de behsa projeyên radîkal ên muhendîsiya civakî jî tê kirin, lê rexneya Zutshi li wê ye ku qet behsa êş û azara mirovan nehatiye kirin.

Di qonaxa dawî de arîşeyên mezin meseleya pêşangehê ne, tê de di encamê de siberojeke dîzutopîk tê nîşandan. Di wir de tê nîşan dan ka çawa pêlên penaberên Kurd û Efrîkî alîkar dibin ku bajarên Îtalî yên li ber mirinê Raice û Camini ji nû ve li xwe vegerin. Lê di dawiyê de serokdewletê rastgir ê Îtalî Matteo Salvini dest werdide û vê jî bi dawî dike. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN