Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk ragihand, ku tundiya li jin û zarokan tê kirin, bi 47 qatî ji hejmarên di çapemeniyê de hatin eşkerekirin zêdetir e.

Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk bûyerên tundiya li jin û zarokan ên di çapemeniyê de hatin weşandin lêkolîn kir.

Lêkolîn li ser bûyerên ji 1’ê Çileya 2019’an heta 1’ê Çileya 2020’an hate kirin.

Navendê ragihand ku di wê demê de 2 hezar û 563 bûyerên tundiyê di çapemeniyê de hatin weşandin.

Li Amedê 38 bûyerên tundiyê di çapemeniyê de hatin weşandin, lê belê rêxistinên civakî û pîşeyî ragihandin ku hejmara rastî 1792 bûyer in.

Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku rêjeya întiharkirinê jî ji raya giştî re nehatiye ragihandin.

Weke ku di mînaka Amedê de tê dîtin, hejmara bûyerên tundiyê ku rêxistinên pîşeyî û sivîl tespît kirine 1792 ye, lê ya ku di çapemeniyê de hatiye weşandin 38 e. Ev yek jî nîşan dide ku bûyerên tundiyê yên li dijî jinê 47 qatî ji hejmara di çapemeniyê de hatiye weşandin zêdetir e.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN