SERKAN DEMÎREL  / ANF / CENEVRE

Yekîtiya Parlamanteran a Navneteweyî (IPU) û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê (PACE) encamên lêkolîna tevgera MeToo ya li ser rewşa jinan a li Parlamenên Ewrûpayê ragihand çapemeniyê.

UPI´yê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û mijar jî nirxand. Di daxuyaniyê de hate gotin, jinên li Parlamenên Ewrûpayê, bi rengekî giran dibin hedefa îstîsmara cinsî û şidetê.

Şideta psîkolojîk li dijî jinê % 85 e

Li gorî encamên lêkolînê, li 85 ji sedî yê parlamenterên jin şideta psîkolojîk tê kirin û hate gotin, “Destdirêjî li parlamenterên jin ên kêmî 40 salî tê kirin. xebatkarên jin ên li parlamenan jî ji parlamenterên jin bêhtir dibin hedefa şideta cinsî. Mekanîzmayek nîne ku van kiryarên tên serê jinan bixe rojeva parlamenan.”

Di daxuyaniya hevpar a IPU û PACE de hate ragihandin ku ev rapora niha, raporên IPU yên beriya niha yên li ser mijarê piştrast dike. Di raporê de wekî din hatiye gotin, 47 ji sedî yê jinên beşdarî lêkolînê bûne, gotine, gefa destavêtin û şidetê li wan hatiye xwarin û 68 ji sedî jî diyar kir ku ji ber bejn û bala xwe, ji ber kincên xwe bûne hedefa gotinên cinsiyetperest. 25 ji sedî yê jinan bûne hedefa şideta cinsî.

Çawa mirov netirse!

Seroka demê ya IPU’yê Gabrîela Cuevas li ser mijarê got, ew ji ber encamên raporê bi tirs û fikar e: “Destdirêjiya li jinan tê kirin ne tenê binpêkirina mafên jinan e, di heman demê de zerara li demokrasiyê ye.”

Seroka demê ya PACE’yê Liliane Maury Pasquier jî got, “Mixabin ev lêkolîn rastiyeke xemgîn radixe pêş çavan. Heta ku di navbera jin û mêran de newekhevî hebe, wê jin nikaribin xwe ji şidet û destdirêjiyê biparêzin. Lê em dikarin bi rêya têkoşînê vê yekê biguherînin.”