Tevgera jinên Kurd TJK-E’yê bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li Jinê, 19’ê Mijdarê kampanyaya bi slogana ‘Şideta li dijî jinê polîtîk e - Dibû ku yek ji wan tu jî bûya’ da destpêkirin.

Bibin xwedî çalakî û helwêst

Aktivîsta TJK-E’yê Zeynep Dersim li ser kampanyayê axivî. Dersim bal kişand ser armanca kampanyayê û got, “Ev kampanya wê bibe hişmendiya têkoşîna rêxistinî ya jinan, bibe ziman û çalakiya wan. Kampanya bi taybetî ji bo ku li Ewrûpayê were birêvebirin, hatiye destpêkirin. Armanca me ew e ku em ji hêlên dîrokî, çandî, siyasî, aborî ve şidetê dahurînin, bibin xwedî çalakî û helwêst. Lazim be, em ê mafê xwe yê parastina rewa jî bi kar bînin û jinan nêzî heqîqeta wan bikin.

Divê têkoşînek aktîf bê meşandin

Dersim bal kişand ser zêdebûna şideta li jinê ya li Ewrûpayê bi taybetî jî ya li Elmanyayê û bi bîr xist ku meha bihurî 3 jin hatine kuştin û got, “Beriya niha jî li Ewrûpayê kampanayên wiha hatine kirin, encamên girîng jî hatin bidestxistin. Bi kampanyaya îsal, em didin ber xwe ku li dijî her cureyê şideta beramberî jinê têkoşîneke aktîf bikin. Em dixwazin bi kampanyayê xwe bigihînin derdoreke berfireh, bi sazî û rêxistinên cuda yên jinan re platformên hevpar ava bikin. Her wiha, semîner, panel, mîtîngan çêkin, û li kuçeyan xwepêşandanên mezin li dar bixin.”

‘Pêdivî bi şoreşa zîhnî heye’

Aktîvîsta TJK-E’yê Zeynep Dersim herî dawî got, “Ji bo ku pêşî li şideta li jinê, li komkujiyên li dijî jinê bê girtin, pêdivî beriya her tiştî bi şoreşa zêhnî heye. Bi qalibên hişmendiya kevneşopî, bi hişmendiya jiyanê ya îdeolojiyên lîberal, mirov nikare pêşî li çanda şidetê bigire”.

 

NAVENDA NÛÇEYAN