Berdevka TJK-E’ê Aliye Varto, der derê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanî de peyivî. Varto di kesayetiya Leyla Guven de 8´ê Adarê li berxwedêrên greva birçîbûnê û hemû jinên têkoşer pîroz kir û got; “Em weke jinên Kurd, 8’ê Adarê bi dirûşmeya, ´Berxwedana jinê azad dike´, ´Tundiya li ser jinê polîtîk e´ derkevin meydanan. Em di wê baweriyê de ne ku wê berxwedana jinan hem jinê, hem jî civakê azad bike. Civakakeke ku jin tê de ne azad be, ew jî ne azad e.”
Aliya Varto bal kişand ser kampanyaya li dijî şideta li dijî jinê jî û got; “Kampanyaya me, 19’ê Mijdarê dest pê kiriye û bi sê qonaxan wê ev kampanyaya me salekê bi hemû alî û pêkhateyên jinan re bidome. Em bi jinên welatên din re jî platformên hevpar çêdikin. Şideta li ser jinê şideteke polîtîk e, lewma divê helwêsta me jî li gorî vê be û çalakiyên me jî bi rêxistinî û bi hêz bin ku encameke xurt derxin holê.”
Azadî bi berxwedanê pêk tê
Komîsyona jinan a KNK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek weşand. Komîsyona jinan bal kişand ser destketiyên bi têkoşîn û berxwedanê pêk hatine û got;“Em jinên Kurd, 8’ê Adara îsal di nav du hevsengiyên giran de peşwazî dikin. Li aliyekî siyaseta faşîzan, dagirkerî û mêtinkeriya dewletên dagirker li ser Kurdistanê zêde dibe, li aliyê din jî, zilm û zexta civakî ji aliyê cinsiyetperestî û baviksalariyê ve xwe li ser jinên Kurd ferz dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN