
Di çanda Aryayî de danîna Sifreya Heftsîn bi salane wek çandeke Newrozê zindî maye. Sifreya Heftsîn bi taybet li Îranê ji aliyê hemû netewên li wir ve di roja destpêka salê ango destpêka Newrozê de tê danîn û heta roja sêzdemîn ew sifre li erdê dimîne.
Heftsîn tê wateya heft tiştên ku destpêka navê wan tîpa S (bi erbî navê herfê Sîn e) ye û datînin ser sifreyê. Bêguman li kêleka heft tiştên ku destpêka wan tîpa S ye gelek tiştên din jî tên danîn ku her yek xwedî wateyeke cuda ye. Heftsîn sifreya Newrozê ye ku her malek li Îranê datîne û bi bedewî tê xemilandin. Li gor kevneşopiya Aryayiyan pêwîst e ev sifre li ser erdê were danîn. Hemû malbat, mezin heta biçûk, jin û mêr bê cudahî di wê demê de ku sal nû dibe, li dora sifreyê rûdinên. Sifreya Heftsîn di roja destpêka salê, ango destpêka Newrozê de li erdê dimîne heta roja sêzdehê ku her kes wê sifreyê radike û sebzeyên (şînahî ku bi genim ji zivistanê ve hatiye çandin, radike û dibe, davêje himbêza xwezayê.
Bi şêwazên cur bi cur heye
Tê gotin ku Sifreya Heftsîn berê ne tenê di destpêka sala nû de dihat danîn, di şeva Çile de dihate danîn, heta destpêka Newrozê. Di çanda hemû xelkê Aryayî yê wek Efxanî, Tacîk, Ermenî, Kurd û Fars de sifreya Heftsîn bi şêwazên cur bi cur heye. Ev kevneşopî ji ola pîroz a Zerduştî tê û heta roja îro jî dewam dike.
Heftşîn
Li gor hinek baweriya jî pêwîst e ne heft tiştên destpêka wan tîpa S ye, heft tiştên ku destpêka wan Ş (bi alfabeya Erebî herfa “şîn”) ye were danîn. Lê belê ji ber ku yek ji wan tiştên ku destpêka wan tîpa Ş bûye ango Şerab bi hatina Îslamê hatiye qedexekirin, ew Heftşîn bûye Heftsîn. Tiştên wek Şerab, Şeker, Şem (mûm), Şimşad,Şîr û Şaye tiştên li ser sifreya Heftsîn bûye.
Wateya Hefsîn’an;
Sîr: Nîşaneya Ehûra Mezda ye û şerê bi qirêjî û kirêtiyê re ye. Li gor baweriya Zerduştiyan sîr li ser sifreyê bela û qirêjiyên derdorê paqij dike.
Sebze(Şînahî): Nîşaneya xwedawenda buharê ye û sembola avên paqij e. Genim yan jî Ceh ji zivistanê ve datînin û heta buharê şîn dibe. Sebze ji ber keskahiya xwe li ser sifreyê dilê mirovan şad dike. Di Îrana berê de tê gotin ku 25 roja beriya Newrozê li seraya Şah 12 stun tije ax dikirin û li ser her yekê şêwazek şînahî diçandin. Di wê baweriyê de bûn ger ew keskahî baş şîn bibe, wê sala bê bi bereket be.
Sêv: Nîşaneya xwedawenda jin e û sembola avisbûyîn û xwedîkirinê ye. Dapîr yan jî bapîrê malê sêvê datînin ser sifreya Heftsîn.
Semenû: Nîşaneya xwedawenda Havînê ye. Sembola têr û tijebûnê, şînbûna gihayan û zêdebûna xwarinên baş û bi quwet. Semenû ji tovên nûgihayî yên genim çêdibe.
Sincid: Nîşaneya xwedawenda Gulanê ye û sembola dildarî, evîn û girêdanê ye. Sinc ku bêhna pel û xunçeyên wê nîşaneya evîn û hezkirinê ye û yek ji sedemên çêbûna zayînê ye. Hebûna Sincê li ser sifreyê tê wateya lêgerîna gerdûnê ji bo zayînê.
Sirke: Nîşaneya xwedawenda meha Gelawêjê ye û sembola nemirin û sebrê ye.
Simaq: Nîşaneya xwedawenda zivistanê ye û sembola baranê ye. Simaq sembola evînê ye.
Piştî Îslamê
Li kêleka van heft tiştan, gelek tiştên din jî hene ku her netew li gorî çanda xwe datîne ser sifreyê. Wek mînak piştî hatina Îslamê li ser sifreyê Qurana Pîroz jî tê danîn ku tê gotin beriya wê pirtûka pîroz a Zerduşt dihate danîn û jixwe di nava pirtûkê de gotinên ji bo hatina biharê û wateya Newrozê hene.
Her wiha li ser sifreyê Eynik tê danîn ku ew jî tê wateya bêdawîbûnê. Masiyê bi rengê sor tê danîn ku ew jî sembola sala nû ya Çînê ye û nêzî Qirnekê ye ku li ser sifreya Aryayiyan jî heye. Di kevneşopiya Aryayî de hinar yan jî sêva sor datînin ser ava masiyê. Genim jî li ser sifreyê tê danîn ku ew jî sembola bereketê ye. Nan li ser sifreya Newrozê tê wateya bingeh û çavkaniya xwarîn û rizqan. Li ser hinek sifreyan hêkên rengkirî jî tên danîn, ku ew jî tê wê wateyê ku hemû netewe û pêkhate dikarin bihevre bijîn.
Şem (mûm): Li gor hemû endamên malbatê mûm tê pêxistin û bi hêviya kêfxweşî û ronahiyê tê pêxistin. Herçend di dema Zerduştiyan de çirayên biçûk dihatin pêxistin ku pêwîst bû heta roja sêzdemîn jî pêxistî bimîne û venemirin.
Tasek tije av û çend dilopên ava gulê; Nîşaneya nûbûnê û sembola hebûna jiyanê ye. Çend pelên gulan jî bi nîşaneya şînahiyê datînin ser avê. Pela ku li ser avê diherike nîşaneya herikîna erdê di gerdûnê de ye.
SINE