Dronên çekdarî yên dewleta Tirk a dagirker ji bo artêşa wê ya dagirker a ku li hemberî gerîla di şerê bejahî de her dişike, veguherîbûn hewarekê. HPG´ê da zanîn ku gerîlayên wê li balefirgeha ku ev dron jê radibû ya li Şirnexê ew kiriye hedef û yek ji wan xistiye xwarê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên hêzên xwe li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Şirnexê droneke çekdarî ku weke SÎHA tî bi nav kirin, xistine xwarê.

HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên xwe li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Şirnexê droneke çekdarî ango SÎHA’yek xistiye xwarê. Li ser çalakiya gerîlayn li Barzanî jî agahî hat dayîn û hat gotin, herî kêm eskerek hatiye kuştin.

Gerîla li kozika wê lê da

Beşa daxuyaniyê ya li ser xistina SÎHA´yê li Şirnexê wiha ye: “19’ê Hezîranê saet 15.30’î, li Şirnexê hêzên me li dijî SÎHA’yê (Wesayîta hewayî ya bêmirov a çekdarî) ya ku dixwest xwe deyne balefirxaneya Şerafettîn Elçî, çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me li vê SÎHA’yê dane û SÎHA xistine xwarê. SÎHA di navbera gundê Hoser û navçeya Hezexê de ketiye xwarê û ji hev belav bûye. Piştî çalakiyê  artêşa Tirk a dagirker li deverê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên vê operasyonê 22’ê Hezîranê bêencam, vekişiyan.”

HPG´ê wekî din got, gerîlyan 6’ê Tebaxê berê sibehî li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Bayrak a herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekî herî kên eskerek kuûtiye.” 

 

ANF/BEHDÎNAN

 
 

Ajanekî Tirkiyeyê hat kuştin

 

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku ajanê dagirkeriya Tirkiyeyê “Ekaş Hecî Ehmed Elî” li gundê Dêr Sewan ê kantona Efrînê hatiye kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê derbarê mijarê de got, “Piştî şopandina tevgera xayînê bi navê Ekaş Hec Ehmed Elî sala 1976‘an de ji dayik bûye ku ji endamên meclîsa xayînan e ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve hate avakirin. Hêzên me li gundê Dêr Sewan kemînek jê re danîn û ew kuştin.

Ajan Ekaş Hecî Ehmed tevlî malbata xwe beşdarî nava eskerên artêşa Tirk a dagirker bû dema ku gundê Dêr Sewan dagir kirin û wekî delîlê hêzên dagirker li herêmê xebitî, bi sebeba wî bi dehan sivîlên Efrînê hatin revandin û hîna çarenûsa wan ne diyar e.

 

Efrîn sebir bike tolhildan tê

Ekaşê xayîn peyam ji gelê me yên li derve re dişand û ew tehdîd dikirin ku heger vegerin wê werin kuştin.

Ji ber kiryarên wî, wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê careke din em xayîn û ajanan hişyar dikin û bang li wan dikin ku xeta çeteyetî û xiyanetê berdin. Em teqez dikin ku bi berxwedana gelê me dagirkerî wê têk biçe.

Careke din em soz didin gelê xwe ku em ê dilopa xwîna her şehîdekî xwe û her sivîlekî ku rastî destdirêjiya dagirkeran û ajanên wan hatî, hilînin.  Efrîn, sebir bike, tolhildan tê.” 

   

ANHA/EFRÎN