Dîrokzan û siyasetvan Nick Brauns dibêje krîza vîrusa koronayê pirsgirêkeke sîstemê ye. Di nivîsa xwe de ew minaqeşeyên ji bo sistkirin û rakirina tevdîran nexasim li Elmanyayê jî minaqeşe dike û dibêje, “Ew dijberên dadana deriyên dikanan, ji bo ku tevdîrên sînordarkirina şewba pandemîk bi lez û bez bên sistkirin, hew didin argumanekê bi kar bînin: li Elmanyayê heta niha weke li Îtalya û Fransayê bi komî mirov nemirine. Li gelek eyaletan tevî ku sabûn jî li tuwatên dibistanan nîne, halê hazir ji bo hin sinifan dersan dest pê kiriye. Dikandar we dîsa karibin dikanên xwe yên piçûk vekin. Li eyaleta Nordrhein-Westfallenê, serokê meclîsa eyaletê, serokê FDP’ê Lindner û lobiya fînansê ya ku rojnameya BILD berdevkiya wan dike, niha zextê dikin da ku tevdîrên koronayê bêhtir bên sistkirin. AfD’ya faşîst a ku qismekî wê yê mezin tehlûkeya virûsa koronayê bi dijminahiyeke zanistê ya deraqilî mandel dike, jî destekê dide vê lobiyê.

Helbet ya ku ev lobiya sistkirinê li pêş digire ne siheta welatiyan e; derdê wan kar û qezenca demkurt a sermayeyê ye ya ku krîza koronayê derb lê xist. ... Hikûmeta federal û yên eyaletan ji bo ku sîstemê sihê biparêzin, alîkariyên berê nedîtî yên bi milyaran euroyî dixwazin bidin; helbest pêşî bidin xwediyên sermayeya mezin û paşê weke avdana baxçeyekî bidin çînên cihê yên civakê jî. Armanc ew e, gava pandemî bi dawî bû şirketên Elman li gorî reqîbên xwe yên li welatên din li pêştir bin. Heta, hikûmeta Elman ji bo paraztina hêza demdirêj a sermayeyê û serweriya wê ya beramberî hêza kedê, amade ye ku hin pêkanînên sereke yên li dijî mantiqê sermayeyê jî demkurt bi cih bîne.

Deyn jî nedan Îtalyayê

Di asta navneteweyî de jî korona nîşan dide ku ew krîzeke sîstemê ye. Mesela bi krîza koronayê re ew pi,stigiriza Ewrûpî ya ku gelekî qala wê dihat kirin, bi carekê bi dawî bû. Hikûmeta Îtalyayê ji ber fikara mirinên komî, doza alîkariyê kir ji Yekîtiya Ewrûpayê. Alîkariya wê xwestî jî Euro Bonds bû ku ji bo feqîran û ji bo welatên Ewrûpayê yên pandemiyê zirareke mezin li wan kirî, dihat pêşdîtin. Di serê hemûyan de serokwe^zira Elmanyayê Merkel, YE’yê ev alîkariya hanê ya weke deynê hevpar, bloke kir. Siyasetvanên rastgir ên Îtalî benzînê li vî agirî dikin û êdî hêrsa li dijî “neviya Hitler” gurr dibe. Yek ji sedemên bilindbûna rêjeya mirina li Îtalya, Fransa û Spanyayê jî ew e ku wan van salên dawiyê bi zexta Yekîtiya Ewrûpayê û nexasim jî Elmanyayê sîstema xwe ya sihetê gelekî piçûk kir; welê bû ku ev sîstema sihetê li van welatan felc bibe û nemîne. Lê ji bo hikûmeta Elman yek tişta tenê lê ye: Çiqas mirov bimirin bila bimirin, nabe ku esasên enolîberal ên Yekîtiya Ewrûpayê bikevin ber lêpirsînê û werin minaqeşekirin.”

Çepgir gelo wê destwerdanên lazim bikin?

Ew rexneyekê li hêzên çepgir û demokrat jî dike di dawiya nivîsa xwe de: “Ya ne diyar ev e; gelo hêzên çepgir û demokrat wê li seranserê dinyayê karibin destwerdanên antîkapîtalîst ên lazim bikin beramberî krîza koronayê û qelsbûna sîstemê û pê re kapîtalîzmê beralî bikin? Yan ev krîz wê bibe destpêka siberojeke tarîtir. Halê hazir ev îhtîmala diduyê giraniya xwe nîşan dide. Bihevketina li ser vî esasî dest pê kir, maneya vê bihevketinê jî şerê çînî ye. Lewma tesîra koronayê li her kesî weke hev nabe; berevajî vê, îro jî weke berê sihet û daxwaza ji bo jiyaneke baştir a kedkaran li ber daxwaza kar û qezencê ya sermayeya mezin disekine.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN