Kitêba ewil a helbestvan Selam Çinar a bi navê “ku helbestvan bixwaze” ya tenê ji helbestekê, ji Weşanên Wardozê derket.

Weşanên Wardozê ku li ser folklora kurdî dixebite û weşangeriyê dike, cara pêşiye ku pirtûkeke helbestê çap kir. Ev pirtûka helbestê jî ya helbestvan Selam Çinar e. Wardozê pirtûka bi navê “ku helbestvan bixwaze” ya Çinar çap kir. Pirtûk 91 rûpelî û tenê helbestek e.

Ev kitêba yekê ya helbestvên e. Çend riste ji pirtûkê wiha ne:

“ku helbestvan bixwaze

dikare

bi gulekê biharê bîne

bixwaze

dikare

bi guleyekê jî bîne” 

“ku helbestvan bixwaze

dikare bi çêlekê ra biaxive

navê wê jê bipirse

çend golikên wê hene

çend salî ye

herî pir ji kîjan giyayî hez dike

dikare sebeba orîna wê jê bipirse ewqas ji dil çi dibêje çêlek?”

“ku helbestvan bixwaze 

dikare bibêje, stêrk ne li ciyê xwe bin

gerdûn xwar e

Pêşewa ne li pêşiya gelê xwe bin gerdûn xwar e

Dewrêş ne li er pişta Hedbênê xwe bin gerdûn xwar e

Edûl û Zîn ne li cengê bin gerdûn xwar e

Rindêxan li ser Pira Malabadê perwaz nedin gerdûn xwar e”

“ger helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê, 

wê qesifiyê di qirika wê da sar û zuha bike

teniya heft gundan tê bide, rûyê wê reş bike

bi rêxa heft sed welatî, wê biseyîne, boyax bike

koma gûgerînekan berdê,

ji mişk û maran, kêzik û kurmikan ra terxan bike, de bila bibe îbret û filîm di nav alemê da,

nefsek,

bi tenê nefsek

bîrareşî bi ser da neyê

qêrîna ku wê bi ser bajêr dixist, 

ji bîr neke”

Sifteya şairî ye

Selam Çinar sala 1983’an li gundê Bedûrliyê yê ser bi navçeya Amedê Çinarê hatiye dinê. Beşa feylesofiyê xwendiye. Ev kitêba wî ya ewil e.

 

MA/AMED