Yek ji pêşangehên hunerî ên li DYE´yê hêjayî dîtinê ye vê mehê jî ya hnermendên Kurd e û bi navê Speaking Across Mountains: Contemporary Kurdish Artists in Dialogue (Di nava çiyayan re peyivîn: Hunermendên hevçerx ên Kurd di diyalogê de) wê li MEI Art Galllery bê nîşandan. Berhemên neh hunermendê Kurd wê di pêşangehê de cih bigirin û ev jî Şêrko Abbas, Serwan Baran, Kanî Kamil, Hêvî Kahrman, û Walid Siti yên ji Başûr; Savaş Boyraz, Zehra Dogan û Şener Ozmen ên ji Bakur û Khadija Baker û Behrem Hajo yên ji Rojava ne. Di nava mijarên wan de hizra li ser mişextî, jicihûwarbûn û bîr hene û bi rengekî ji rengan dibin dengê civaka Kurd a mezlûm. Pêşangeh li MEI Art Gallery ya li Washingtonê ji 6´ê Kanûna 2019´an (îro) heta bi 20 Sibata 2020´an wê vekirî be.

Ev wêneyê hanê jî wê di pêşangehê de hebe û ew yê Walid Siti ye û navê wî jî “Li keviya dinyayê şiirek ji çiyê re” ye.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN