KCD: “Guven bi greva birçîbûnê ya bê mohlet, nîşan da ku heta sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê neyê şikandin, têkoşîna demokrasî û azadiyê qet bi ser nakeve. Daxwaza wê daxwaza gelê me ye.” Greva Birçîbûnê ya hevseroka KCD´ê Leyla Guvenê di roja 27´an de dewam dike. Doh KCD´ê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, Guven nîşan da heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin, têkoşîna demokrasî û azadiyê bi ser nakeve û banga hestiyariyê li milet, sazî û rêxistinan kir. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li buroya xwe ya li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogûllari û endamên Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê di civînê de amade bûn. Ocalan aktorekî sereke ye Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî da û diyar kir ku Ocalan aktorekî sereke ye ku pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn pê heye û got, "Hikûmeta AKP'ê bi tecrîdkirina Ocalan re xwest, nehêle paradîgmaya Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bigihêje dînamîkên tevgera azadiyê ya Kurd û gelên li herêmê. Rabûna li ber tecrîdkirina Birêz Ocalan û şikandina tecrîdê, pîvan û cewhera exlaqî ye ji bo parastina paşeroja demokratîk a gelên Rojhilata Navîn." Divê her kes hişyar be Hevserokê KCD'ê bal bir ser greva birçîbûnê ya hevseroka kongreya xwe Leyla Guven û got, "Guven bi greva birçîbûnê ya bê mohlet, nîşan da ku heta sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê neyê şikandin, têkoşîna demokrasî û azadiyê qet bi ser nakeve. Daxwaza wê daxwaza gelê me, lêgerînerên azadiyê û hêzên demokrasiyê ye. Çalakiyên grevên birçîbûnê ku 27'ê Mijdarê bi çalakiya girtiyên azadiyê yên li hemû hepsên Tirkiye û Kurdistanê belav bû, hişyariyê didin bê pêvajo ber bi ku ve biçe." Banga li saziyên navneteweyî Di dawiya daxuyaniyê de Ozturk bang li saziyên navneteweyî jî kir û got, "Di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê û CPT, em bang li hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, Parlamenta Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî dikin ku li ber tecrîdê rabin û bikevin nava liv û tevgerê."  AMED