Heta niha ji bo ku Şikefta Gereftû li ser lîsteya UNESCO ya mîrateyên dîrokî yîn dinayê, 40 Milyon tomanên Îranê mesref hatiye kirin.
Cîgirê Rêveberiya Kultûra Ferhengî li parêzgêha Sine di daxuyaniyekê de bo ajansa fermî ya Îranê ÎRNA´yê ragihand ku, wan par 40 milyon toman xerc kiriye li vê Şikeftê bi armanca ku ew were zêdekirin li lîsteya UNESCO´yê ya mîrateyên dîrokî yîn dinyayê.
Elaqedarî mijarê wî berpirsî behs kiribû ku ji bo tomarkirina şikefta Gereftû di lîsteya mîrateyên dîrokî yîn dinyayê de, pêwîst e 700 milyon toman pere jî bidin rêxistina UNESCO yê.
Ev şikeft beriya bi 13 salan ketibû nav lîsteya mîrateyên dîrokî yên niştimanî yên Îranê.

Şikefta Gereftû 70 kîlometroyan ji bajarê Dîwander dûr e, ew şikeft ji 4 qatan pêk tê û li her qatekê jî çend ode hene, dirêjahiya şikeftê bi giştî qederê 750 metroyan e.

NAVENDA NÛÇEYAN