Şikefta Bestûn a li Bradost xwedî dîrokeke kevin a ku heta bi 40 hezar salan diçe. Di dema neolîtîkê de jî koçer û şivanan şikeft bi kar aniye. Wekî din krîstalên ji ber herikîna avê û kilsê çêbûne jî vê şikeftê taybet dikin.
ZAHÎR ÎBRAHÎM / ROJNEWS / SORAN
Bakurê navçeya Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê, cihê yek ji şikeftên herî kevin ên navçeyê ye. Em behsa şkefta Bestûnê (Bistûn) dikin ku tê de cûreyek kirîstalê ya kêmpeyde heye.
Şikefta Bestûn 37 kîlometreyan dûrî navçeya Soran e. Şikeft bi awayekî balkêş dikeve li naverasta Çiyayên Bradost. Dîroka çêbûna şikeftê digihe serdema keviran a navîn.
Balkêşiya şikeftê ji derveyî coxrafyaya wê, ji ber sedemên hejmareke zêde ya kirîstalên kêmpeyde yên di şikeftê de ne. Lê deriyê Şikeftê sê stûn hene.
Li gorî çavkaniyên dîrokî, cîhê şikefta Bestûn di dîroka şûnwarî ya Kurdistanê û herêmê de heye. Sedema vê jî ew e ku ji berê ve mirovan xwe lê girtiye û ew ji xwe re kiriyie war. Herçî dîroka wê ye, digihe serdema keviran a navîn; yanî beriya qederê 15 hezar salan.
Ji kevintirînên Iraqê ye
Li derdora şikeftê, çend şikeftên din ên weke Diyan û Sîs hene, lê berê ev zêdetir ji bo xwedîkirina pez hatine bi karanîn.
Arkeolog Fazil Hewdiyanî têkildarî şikeftê da zanîn ku çend lêkolînên girîng li ser hatine kirin û derketiye holê ku yek ji şikeftên herî kevin ên Iraqê ye û li cihanê jî xwedî girîngiyeke taybet e.
Fazil Hawdiyanî diyar kir ku heta niha girîngiya pêwîst ne di warê geştiyariyê de, ne jî di warê lêkolînên zanistî de bi vê şikeftê nehatiye dayîn û got, “Ev yek jî xemsariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya şûnwariyê ya Herêma Kurdistanê nîşan dide.”
Ji destpêkên neolîtîkê ve mala mirovan e
Li gorî hinek lêkolînên di Nîsana 1950’î de ku arkeologên biyanî li ser vê şkeftê hatin kirine, bi sedan parçeyên cer, sewîl, gelek hestiyên lawiran û hestiyên mirovan di şikeftê de hatine dîtin. Dîroka van parçeyên cerikan digihîje 3 hezar û 500 heta 5 hezar sal ji beriya mîladê. Bermehiyên din jî dîroka wan digihîje destpêka qonaxa çandiniyê ku ew jî nêzîkî 7 hezar sal beriya mîladê ye.
Ji nêçîrvan û koçeran re star bû
Di dema lêkolînên arkeologan de ti kelûpeleke ku bi kevir û beran hatibin çêkirin û bigihin serdema keviran a kevin tinebûn. Lê, di şkeftê de bermahiyên destpêka serdema keviran a kevin hatine dîtin. Yanî ev bermahî 15 ta 40 hezar sal ji beriya mîladê mane. Ji ber vê çendê arkeolog diyar dikin ku di dema xwe de ev şikeft ji aliyê civakên nêçîrvan û paşê jî yên şivan û koçer ve hatiye bikaranîn. Ji ber wê jî ew cer û sewîlên şikestî li van deveran avêtine. Jixwe, li nava şikeftê ti cer û sewîlekî saxlem nehatiye dîtin.