
MURAT ALPAVUT / DUSSELDORF
Kedkarê çand û nexasim ê wêje û hunerê devkî Hozan Şemdîn piştî bi salan albûmeke nû derdixe. Hozan Şemdîn herî dawî sala 2002´yan albûma xwe ya sêyem ‘Desmala Govendê’ derxistibû, lê piştre karê albûman rawestandibû. Wî ked û xebata xwe herikand coyeke din: wî hem bernameyên şevbiwêrkan di kanalên televizyonê yîn Kurdî de çêkirin û hem jî arşîveke mezin a deng, repertuwar û nav û dengên hunerê devkî yê Kurdî anî pê. Bi vê jî ew timî di nava ruhê xelkê de bû. Hozan Şemdîn di heman demê de di têkoşîna rizgariya gelê Kurd de jî bi gelê xwe re bû û dengê xwe, keda xwe û karê xwe di nav refên vê têkoşînê de xebitand.
Zarokê dîwanên dengbêjan bû
Hozan Şemdîn sala 1955´an li Îdirê ji dayik bûye û li gundê lê, hîna weke zarok li dîwan û êevbiwêrkan guh dide dengbêjan û radyoya Êrîvanê; ew bi vê dibe aşiqekî ku maşûqê wî muzîk û çanda Kurdî ye: “Apê min xweş kilamên dengbêjî digotin. Li odeya gund çay li mirovan dihat gerandin û me guh dida kilamên destanî yên dengbêjan.”
Ha hingê Hozan Şemdîn difikire ku ev kilamîn hane dikarin binbin xwedî dostekî, ango li ber tembûrekê, sazekeê bên gotin. Bêyî xebera malbatê jê hebe tembûrekê dikire û bi dizî dest pê dike ku li tembûrê bi xwe û di ber re jî kilaman bibêje.
Tembûrek hat şikandin ya din hat şewitandin
Lê belê lêxistina tembûrê di civaka ew lê de eyb bû, karekî piçûk bû. Bavê wî tembûra wî ya pêşî li erdê dixe û dişkîne. Tembûra wî ya diduyan jî di tenûrê de tê şewitandin. Lê ew ji ya xwe nayê xwarê, dilê wî ji bavê wî mayî, berê xwe dide Izmîrê. Li wir tevî xizmekî ku hogirê wî ye, tembûrê dikirin û diçin kursên lêxistina tembûrê li Denizliyê. Piştî mohletekê ew li gundê xwe vedigere, lê ji ber zilm û zextê, weke gelek hunermendên Kurd hew dikarê li welatê xwe bimîne û berê xwe dide xerîbistanê, Ewrûpayê.
Hozan Şemdîn û Şevbêrka Dengbêjan
Hozan Şemdîn di nava Koma Berxwedan de cihê xwe girt û sala 1995´an di kanala televizyona yekem a Kurd a satelît ya li Ewrûpayê Med TV´yê de bernameyên ‘Şevbêrka Dengbêjan’, ‘Şevbêrk’ û ‘Destanên Kurdî’ çêkirin. Bi vê yekê jî wî kir ku eşq û evîna wî ya bi dengbêjan vegire nifşên nû jî. Wî gelek dengbêjên îro ne sax ên weke Xalê Ehmed, Dengbêj Seydo, Pîr Miço, Xalê Ekrem, Mehmedî Mûsa, Fatima Îsa kirin mêvan û îro deng û dîmenên wan li pey wan û nemir bûn bi vê yekê.
Wî di bernameyên xwe de nexasim jî jin kirin mêvan û pê jî xwest dengbêjiya jinan jî di nava civakê de derkeve pêş: „Nexasim jinên Colemêrg û Botanê degel bûn. Dema me jinên ji van deran derxistin bernameyên xwe, elaqe jî zêde bû. Niha êdî rewş guherî, welê bû ku telefonî me dikin dengbêjên jin û dixwazin beşdarî bernameyê bibin.”
Di 25. Festîvala Çanda Kurd de
Hozan Şemdîn herî dawî albûma ‘Desmala Govendê’ sala 2002´yan derxistibû; niha albûma nû amade ye bi navê Tevna Jînê. Mîr Multimediayê albûm amade kiriye û Memo Gul jî aranjoriya wê kiriye. Di 25. Festîvala Çanda Kurd a 16. Îlonê li bajarê Elmanyayê Kolnê de albûm wê li ser dezgehan be. Hozan Şemdîn jî wê li wir albûma xwe mohr bike ji bo hezkiriyên xwe.
Di albûmê de 12 stran û kilam hene. Kilamên klasîk û yên nû û rîtmîk bi hev re ne: “Ya rastî bi qasî ku her sal albûmekê derêxim awaz û stran min derxistin holê.” Bi van gotinan Hozan Şemdîn rexneyê jî li xwe digire, ji ber ku bersiv nedaye hêviyên Kurdistaniyan.
Ji bo bibîranîna Aram Tîgran
Yek ji stranên di albûmê de ji bo dostê qedîm ê gelê Kurd hunermendê Ermenî Aram Tîgran bi navê ‘Ozanê Gelan’ e. Eskerê Boyik gotinên stranê nivîsîne û di navê de ferdayeke bi Ermenîkî jî heye.
‘Here Siyê’ straneke gelêrî ya Colemêrgê ye. ‘Kê Digot’ ji helbesvaniya Hekîm Sefkan daweriviye û Hozan Şemdîn û Dilovan jî awaza wê hunandiye. ‘Newroza Me’ straneke bi rîtm û zindî ye ku hem gotin û hem jî awza wê berhema Hozan Şemdîn bi xwe ye. Di albûmê de goraniyeke gelêrî ya bi Soranî ‘Lankole (landik/dergûş)’ jî cihê xwe digire.
Yek ji stranan jî du zimanî/şêwezarî ye; strana ku bi navên ‘Meşka Kurmancî û Meşkî Soranî’ diyar e,ne tenê bi du şêwezaran, lê bi du meqaman jî tê gotin. Herçî strana gelêrî Pepûkê ye ji herêma Efrînê ye.
Pirraniya stranan ên wî ne
‘Şêrên Çiya’ straneke ku gotin û muzîka wê ya Şemdîn e, wî ev stran sala 2005´an ji bo şervanên azadiyê nivîsiye. Gotin û awaza strana ‘Rojava’ ya Hozan Şemdîn e. Herçî strana ‘Quling û keçika Gerîla’ ye, gotin ên Dr. Rodî ne awaz jî ya Hozan Şemdîn e. Du stranên dawiyê yên di albûmê de bi gotinên Veli Tiltay in ku muzîka wan a Hozan Şemdîn e.
