Ji Libnan heta Helebê bîranîn
Li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Girkê Legê jî têkoşer Şîlan û her çar hevalên wê hatin bibîranîn. PYD li navenda Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê jî bi heman armancê semînerek lidar xist. Di semînerê de nûnerên partiyên siyasî, Saziyên Civaka Sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi sedan welatiyên bajêr, amade bûn. Salona semînerê bi wêneyên têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê û pankêrtan, hatibû xemilandin. Li paytexta Libnanê Beyrûtê jî bi semînerekê Şîlan Kobanê û hevalên wê hatin bibîranîn. Di semînerê de endamên PYD'ê Nebo Xebat û Fîras Elî, axivîn. Bi sedan şêniyên gundê Birîmce yê navçeya Mabeta ya Herêma Efrînê bi merasîmekê têkoşer Şîlan Kobanê û çar hevalên wê, bi bîr anîn. Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî bîranînek pêk hat.
NAVENDA NÛÇEYAN