
Merasîmê bi deqeyekê li ser giyana kesên di tekoşîna azadiyê dest pê kir. Di merasîmê de li ser navê malbata Şîlan, Dayîka Şîlan axivî û got:" Şîlan tenê ne keça min e, Rustem Cûdî û hemû şehîdên Kurdistanê zarokên me ne. Xwedîlêderketina li Şehîdan xwedîlêderketin li nirxê partiyê ye. Bi vê yekê em dikarin bêjin em xwedîyê şehîdan in."
Di heman merasîmê de Yekîtiya-Starê peyama xwe xwend û di peyamê de got: "Em bejna xwe li hember şehîdên azadiyê û heval Şîlan, Ciwan, Cemîl, Fuad û Zekeriya ditewînin. Ji ber van hevalan tişta herî giran û biha kirin cangoriyê tekoşîna azdiyê. Hevala Şîlan yek ji hevalên pêşeng ku di sala 1989’an tevlî tevgera azadiyê bûye. Kesayeta Şîlan kesayetek pêşeng bû û ji bo tekoşîna azadiya jinê û civakê di qada siyasî û leşkerî de tokîşin dikir û xwedî rolekî mezin bû di avakirina tevgera jina azad di Kurdistanê de. Xwedîlêderketin li Şîlan Kobanî xwedîlêderketin li azadiya civakê û jinê ye."
Li ser navê Saziya Malbata Şehîdan peyam hate xwedin. Di peyamê de 33. salvegera PKK'ê hate silav kirin û sersala vejîna PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên serê çiya û gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate pîrozkirin.
Her wiha di merasîma bîranînê de, peyama PYD'ê hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin;"Bi navê partiya me PYD'ê em bejna xwe li hember berxwedana karwanê nemiran ditewînin. Şehîdên me bi xwîna xwe hemû astengî û planên qirêj li dijî gelê me vala derxistine. Ji ber vê yekê şevala Şîlan û hevalê pêre ji aliyê bi destê hêzên tarî û bi alikariya îstixbarata Sûriyeyê, Iraq û Tirkiyeyê pêk hat. Hevala Şîlan sembola jina azad de. ji ber vê hedef hate girtin. Em weke PYD'ê destê dirêjî şehîdbûna Şîlan bûne şermezar û nelet dikin û di riya tekoşîna Şîlanan û rêber Apo de tekoşîna xwe bi domînin."
Girseya ku bi hezaran beşdarî merasîmê bû bi yek dengî 33. salvegera damezrandina PKK'ê silav kirin û soza berxwedanê dan. Di merasîmê de alên PKK'ê, wêneyên Şîlan, Zekariya, Fuad, Cemîl û Ciwan hatin hildan û qada bîranînê bi alên TEVDEM'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemlandin.
Hêjayê gotinê ye ku di dema di weşana sînevizyonê li ser şehîd Şîlan hate weşandin. Di sînevizyonê de girseya beşdar, axavitina hevalê Rustem Cûdî der barê şehîdbûna Şîlan bi baldarî guhdar kir û kêliyên hestyar jiyîn.
ANF/HELEB