Ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê û qebûlkirina daxwazên wan li Swîsre, Fransa û Elmanyayê çalakî hatin kirin.

Li bajarê Swîsreyê Zurichê ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re, çalakiya nobetê hat destpêkirin. Çalakî bi pêşengiya Komîteya Pira Xwişk û Biratiyê ya Zurich-Amedê û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan li ber dêra St. Jakopê pêk tê û wê hefteyekê dewam bike.

Çalakiyê doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Girseya gel pankarta bi li ser nivîsandî “Tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bikin” hilgirt û konê ji wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê veda. Maya Hess li ser navê Komîteyê peyivî û got, “Yekane şertê pêkhatina zemînê aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê, bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan e.”

Ciwan li Parîsê meşiyan

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo rûreşkirina tecrîdkirina Ocalan li Parîsê meşiyan.

Ciwan li Strasbourg-Saint Denisê civiyan, tîşortên wêneyê Ocalan li ser, li xwe kirin, alên KCK, PKK û KJK’ê hildan û pankarta li ser nivîsandî “Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime” hilgirtin. Ciwanan berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û diyar kir ku daxwaza berxwedêrên greva birçîbûnê daxwaza wan e.

Raya giştî agahdar kirin

Li bajarê Elmanyayê Wuppertalê jî ji bo piştgirîdayina bi Leyla Guven çalakî hebû. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan ya Wuppertalê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Wuppertalê ve hat organîzekirin. MLPD û Forma Linke jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û raya giştî hat agahdarkirin.

Daxwazên me yek in

Li bajarê Aachenê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Deniz Firat ji bo berxwedana Leyla Guvenê mîtîngek hate lidarxisitn. Di axaftinan de hate gotin, daxwazên Leyla Guvenê daxwazên gelê Kurd in.

 

NAVENDA NÛÇEYAN