
Êrîşên hovane yên AKP'ê li ser Farqînê berdewam in. Tevî êrîşên mezin jî berxwedana bêhempa ya gel didome. Tevî bajar û navçeyên Kurdistanê gelê Kurd ê li Ewropayê dijî û dostên gelê Kurd ji bo Farqînê di nava raperînê de ne. Li gelek navendên Ewropayê berxwedana Farqînê hate silavkirin.
DÛÎSBÛRG: Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, êrîşên li bajarê Farqînê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Bi sedan kesên li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê li ber Stasyona Trenê civiyan, dewleta Tirk şermezar kirin. Li ser navê NAV-DEM'ê Niyazî Oztaş bang li her kesî kir ku li hemberî êrîş û şerê li dijî gelê Kurd tên meşandin, dakevin qadan. Di çalakiyê de Însiyatîfa Gel a Kurecikiyan li Ewropayê, AGÎF û ATÎF jî amade bûn.
HAMBÛRG: Li Hambûrgê, li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li taxa Altona mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi sedan kes lê amade bûn de, xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin û hat destnîşankirin, ku AKP bi rêbazên xwe yên faşîst re nikare pêşî li lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd bigire. SAARBRUCKEN: Li Saarbruckenê, êrîşa li hemberî Farqînê hat protestokirin. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku hikûmeta AKP'ê bi dorpêçkirina bajarên Kurdan re polîtîkaya têkbirinê dimeşîne. Beşdaran ragihandin ku ev polîtîkayên AKP'ê wê nikaribin bi Kurdan û li dijî komkujiyê banga xurtkirina têkoşînê kirin.
KOLN: Mîtînga li Kolnê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan ve hat organîzekirin. Di mîtîngê de piştgirî ji xwerêveberiya li Farqînê re hat dayîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Qisekeran dan zanîn ku dewleta Tirk, ji bo destketiyên Kurdan ên hilbijartinê, Rojava û Şengalê binixumîne, komkujiyan dike û hat destnîşankirin ku ev yek çareserî nîne.
WÛPPERTAL: Êrîşên li hemberî Farqînê li Wûppertalê hat şermerzarkirin. Çalakiya li ber Cîty Arkadenê bi dirûşma "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hat lidarxistin, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dan.
MUNCHEN: Li bajarê Elmanya Munchenê, bi mîtîngekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya dewleta Tirk li Farqînê dike, hatin şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û DÎDF Munchen, DKP, MLPD, Tirkiyeyî û Elmanan destek dan.
AACHEN: Li bajarê Elmanya Aachenê li se banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Denîz Firat li navenda bajêr Elîssen Brûnnenê bi dehan kes civiyan û bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya dewlet li Farqînê dikin, şermezar kirin.
HANNOVER: Li Hannoverê, êrîşên li hemberî Farqînê bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Mîtînga ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hat organîzekirin li Kropcke pêk hat. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de belavok hatin xwedin û belavkirin.
LORÎENT: Bi heman armancê li bajarê Fransa Lorîentê, li ser banga Însiyatîfa Civaka Demokratîk, Însiyatîfa Jinê ya Zîn ên Lorîentê, Alternatîfe Lîbertaîre Lorînet, Komeleya Çanda Elewiyan a Morbîhan û Lorîent BÎR-KAR, Kurdistanî û dostên wan li navenda bajêr civiyan. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku gladyoya AKP-Erdogan ji bo tolê hilîne bi rêbazeke şer ê li dijî exlaqê êrîşî Farqînê dike û helwesta xemsar a welatên Yekîtiya Ewropayê hat şermezarkirin.
RENNES: Li bajarê Frans Rennesê, Kurdistanî ji bo Farqînê li ser piyan bûn. Bi sedan Kurdistaniyên li Meydana Troîs Soleîlê civiyan, dest bi meşê kirin. Di meşê de belavoka CDK-F a li ser terora dewleta Tirk a li Farqînê hat belavkirin. Piştî meşê bi lidarxistina mîtîngê li meydana şaredariyê, dawî li çalakiya xwe anî.
STRASBOÛRG: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Strasboûrgê, gel êrîşên li hemberî gelê Farqînê şermezar kir. Girseya bi vê armancê li Place Kleberê civiya û êrîşên dewleta Tirk ên 10 roj in li Farqînê didomin, şermezar kir. KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi beşdariyeke xurt mîtîngek hat lidarxistin. Çalakiya ji aliyê Însiyatîfa Komeleya Jinên Kurd a Danîmarkayê ve hat organîzekirin, li meydana Şaredariya Kopenhagenê Radhuspladsenê pêk hat. Parlamenterê Partiya Koalîsyona Sor-Kesk Enhedslîsten Eva Flyvholm, têkoşîna Kurdan a li hemberî zext û zilmê silav kir û ji bo sekinandina zilma li Farqînê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku bi berpirsyarî rabe.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi organîzeya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd mîtîngek hat lidarxistin û êrîşa dewletê ya li Farqînê hat şermezarkirin. Li ser navê Navendê Rîchard Berger peyivî û berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kir. Di çalakiyê de li ser mijarê belavokek hat xwendin û girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan belav bû.
ADIGEY: Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya ser bi Federasyona Rûsyayê dijîn, li ber avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Agiriyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê nûnerên saziyên Kurd û Kurdistaniyên li ber avahiyê civiyan, ji Otonomiya Çanda Kurd a Agirî Feyzo Huseyîn daxuyanî da û diyar kir ku dewleta Tirk li Farqînê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Li dû axaftina Huseyîn girseya gel dirûşmên "Bijî Berxwedana Farqînê" qîriya û belav bû.
NAVENDA NÛÇEYAN