Li bajarê Holendayê Den Haagê ji bo protestokirina êrîşên qetlîamker ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, çalakiyek li pêşiya parlementoya neteweyî hat lidarxistin. 

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Holenda û Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Holenda pêk hat û Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Holenda (Hakder) û Rêxistinên Çep ên Tirkiyeyî jî tevlî bûn. Ji dewleta Tirk hat xwestin ku dest ji polîtîkayên şer berde. Çalakî heta roja Şemiyê wê bidome. Îro saet di navbera 15:00-19:00’an de li pêşiya parlemanê wê çalakî bidome, roja Şemiyê jî li pêşiya Şaredariya Den Haagê saet di navbera 14:00-17:00’an de.


Bang li Swêd û YE´yê

Kurdistaniyên li bajarê Swêdê Ûppsalayê jî ji bo piştevaniya bi gelê li Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Silopiya û Cizîrê doh li Qada Storatorget xwepêşendanek li dar xist.

Di çalakiyê de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Gelê Kurd ne bi tenê ye”, “PKK’e gel e, gel li vir e”,“Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” hatin gotin.

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên di xwepêşendanê de axivîn banga helwestgirtina li dijî dewleta Tirk li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropa kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN