Êdî sibeh e... Tîrojek, hêdî hêdî xwe ji pişta aso re nişan dide, roj vedibe, tav lêdide û ji nû ve dîrok ji xewê xwe ya şêrîn û giran radibe. Çavê xwe mizdide dîrok, hêdîkana vedike, dipişirîne, dibiriqîne û ji şiyarbûna xwe re şiyar dibe. 

Pêhesiyayîbûnek diqewime bi vî hawî... Ji gelekî re, ji hebûnekî re pêdihese dîrok... Ew gel ji nav gelan gelekî qedîm e lê, rastiyeke dîrok heye ku dîrok jî carina çavê xwe digire... Lê vêcar tîroja vê rojê, wisa dibiriqe, wisa xemilandî, wisa bedew û wisa biriqandiye ku, êdî ji xewê ve man ne minkûn e. Êdî bi vî halî re xew nabe. Rewşeke wisa, haleke wisa diafire ku, dîrok jî matmayî, bi xwe re şaş, radibe li pî ya xwe, û bi vî halî xew, nikare xwe bidomîne... Ev hal û ev rewş, serpêhatiyek ji kêmserpêhatiyan ee... Dîrok ev halî zane, lê dîsa jî rewşeke ne ji fêrî, neelimî û ne ji rêzê ye.

Ev rewşa henê, hevnasînek e... Wek êşqeke ku di dawiya emrê de were... Dîroka pîr, bi vê hevnasînê ve tê ser xwe û bi meşeke lezgîn ve ji ciwaniya xwe re rê digire. Ji aliyekî poşmaniyek, ji aliyekî hêsteke hezkirinê ve tijî dibe dîrok. Ji ber ku, ev dîroka hanê, heta niha pir ço, pir lêdanan xwariye. Pir êşiya ye. Zilm û zordariyê ku di sînga wê dîrokê de pêk hatiye, ew dila wê pîr lerizandiye... Her wiha êş û bêzariya dîrok bêhijmar e. Dawiya dawî êşqa wê jî di bin zilm û zordariyê de çilmisiye, baweriya êşqê ya dîrok têkçûye, wenda bûye, stûyê xwe xwar kiriye, bê hêz û bê teqat maye, wek bi awayekî tendurust jiyankirin, ji xeyalê jî dûr ketiye. 

Di encamê de, hevnasîn û hembêz vekirina dîrokê ya bi vê gelê qedîm re, bi çavekî werimî, şil û tijî, di rewşeke derengmayî de, bi vî hawî pêk tê... 

*** 

Ev roj, ev serpêhatî ya dîrokê, silavdayînek e. Dîrok, silavek dide ji gelekî re... Silaveke derengmayî, silaveke xemgîn û bi hêsteke şermezarî ya xwe ve tijî, dîsa jî silaveke germ û bicoş e silava ev hevnasîna hanê... 

Gelê Kurd, di her qadî de, di her warî de, di her beşa jiyanê de, wek siwareke bihişmend, wek însaneke ku dermana jiyanê di heqîba xwe de tîne û dixwaze bi lez bigihîne ji êşqa xwe, ango ji dîrokê, hespa xwe wisa diajo ye... Tîroja ku vê sibehê li me dide, li pişta va siwarê diqewime... Hesp mê, siwar mê ye... Afirîner, zayînbar û mizgîndar in her du jî... Bijîşk in, hêkîm, sihiye û dermandar in her du jî... Bi rojê ve, bi tîrojê ve tên... Heqîba wan bi derman, bi bêhna bayê jiyanê ve tijî ye... Ew kezeba dîrokê ku êdî çilmisiye û bêçare li dora xwe dinêre, bi hatina vê siwarê re dilşad û bextewar e...

Ji ber vê yekê, ev silavdayîn, di heman demê de jiyandayînek e... Bi ba û nefesa xwe ve afirandina jîyaneke nû ye. Bi vî hawî him dîrok cardin tê li ser xwe û jiyana xwe ya nerast sererast dike, him jî geleke jibîrbûyî hebûna xwe û hêza xwe ya rindkirinê direşîne li ser dîrokê... 

Bi vê hevnasinê ve jiyan dibe ducanî, seba heml mayin û zayîna jiyana nû Xweda ji her duyan jî razî...Berxwedana.....